Di şert û mercên dijwar de dixebitin
Karkerên demsaliyê di konan de ji bo debara xwe li ber xwe didin. Li Meletiyê karkerên ku avê ji devereke 5 kîlometre dûrî wan dikişînin, di şert û mercên bêceryan û nepak de tên şixulandin.
Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
Ji bajarên ku zêde zarok lê tên şixulandin yek jê jî Amed e. Rêvebirê Komeleya Rengarenk Ûmûtlar Ûmût Civan Aytaş, destnîşan kir ku ancax bi refleksên polîtîk pêşî li ber vê pirsgirêka pergalî bê girtin.
'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
Serokê Komeleya Şopandin û Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan Mehmet Bayram, destnîşan kir ku sedema sereke ya şixulandina zarokan bêedaletiya civakî ye û heya pêşî li ber xizaniyê neyê girtin, dê pêşî li ber şixulandina zarokan jî neyê girtin.
Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
Li navçeya Pasûrê ku her sal hilberandina kurmê hevrîşimê lê tê kirin û ji nîvî zêdetir hilberandina kurmê hevrîşimê ya Tirkiyeyê lê pêk tê, îsal paletiya kurmê hevrîşimê nayê kirin.
Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
Koçer Metîn Çogûn, anî ziman ku ji ber qedexeyan ji neçarî li deverine din zozan kirê kirine, lê belê heqê kirê pir biha bûye. Çogûn, qadeke zozanê ya heqê kirêya wê bi 25 hezaran, bi 50 hezar TL'yî dane wan.
Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
Karkerên jin ên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojê 14 saetan dixebitin û yewmiyeya wan 65 TL ye. Karkeran destnîşan kir ku ev yewmiye ne heqê keda wan e.
Naxwazin bibin karkerên demsalî
Rihayiyên ku ji ber kêmbûna avê dev ji erdê xwe berdane û erdnê din ji xwe re îcare kirine, ji ber zêdebûna mesrefan, qutkirina ceryanê û bihabûna avê zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, destnîşan kir ku heger wisa dewam bike dê biçin karên demsalî bikin.
Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
Şandeya HDP’ê ku bi karkerên çandiniyê û stranbêjan re hat bahev, têkildarî pirsgirêkan pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin. Kedkaran jî şertên giran û rewşa neyînî anîn ziman.
Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
Li Semsûrê şitilên tûtinê hatin danîn. Hilberîneran xwest tûtina ku wekî "qaçax" tê dexmekirin berbayî siyasetê neyê kirin û gotin: "Dest me nedin, wekî din em tiştekî din ji we naxwazin."
‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
HDP’iyan ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ derbasî Antalyayê kirin û bi civîneke çapameniyê starta xebatên xwe dan. Endamê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Erol Katircioglû, diyar kir ku Antalya navenda aboriya Tirkiyeyê ye û dê pirsgirêkên Antalyayê bibin meclisê.
Bêrîvan li ser rêya zozanan in
Li Geverê bêrîvan derketin zozanan û pezên xwe didoşin. Bêrîvan dibêjin ew bi qatixên xwe debara xwe dikin.
'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
Li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê, keda hemalan tê xwarin. Hemal Omer Çakmak behsa şert û mercên kar kirin û got: "Li ber çavê civakê em ne tiştek in, ji ber ku em hemal in."
ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayeta kar a meha gulanê aşkera kir û ragihand ku di meha gulanê de 232 karkeran jiyana xwe ji dest daye.
TUÎK’ê enflasyonê daxist
Li gorî daneyên TUÎK’ê enflasyona ku di meha nîsanê de 17,14 bûye, di meha gulanê de daketiye 16,59’an.
Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
Li Qilebanê ji ber qedexeyan û operasyonên eskerî qada jiyanê ya mêşan hatiye dagirkirin û sewalvanî jî hema bibêje nemaye.