Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê wê di 8’ê tîrmehê de li Meydana Gundogduyê mitîngek li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.
Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
Ji sibê pê ve dê bêyî belgeya karbidestiyê, firotina tûtinê bê qedexekirin. Hilberîneran bertek nîşanî vê qanûnê dan û gotin: "Em xwe ji ber bacê nadin alî, lê em nikarin baceke zêde jî bidin."
Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
6 sal in ji ber deynan ceryana Kooperatîfa Avdaniyê ya Hewengê hatiye qutkirin û avê nade cotkarên xwedî 15 hezar dekar erd. Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewengê Fûat Elmas, anî ziman ku heger pirsgirêk neyê çareserkirin dê ji sedî 30'yê cotkaran dev ji cotkariyê berdin.
'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
Li Agiriyê sewalvanan ji ber bihabûna fiyetên êm û kayê heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan, destnîşan kirin ku sedema krîza aborî ne pandemî ye û gotin: "Sedema sereke polîtîkaya şer a Erdogan e."
Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
Serokê Odeya Çandiniyê ya Agiriyê Omer Yildiz, anî ziman ku ji ber hişkesaliyê îsal genim û ceh pir kêm e û got: "Cotkar ji ber hişkesaliyê perîşan bûne."
KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin
KESK’ê piştî daxuyaniyên Suleyman Ozişik pirsa “Biryara îadekirina hezaran dosyayan li gorî çi hatiye dayîn?” ji desthilatê pirsî û bang kir ku Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê were betalkirin.
Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
Serevanên antalyayî diyar kirin ku ji ber lêçûna çandiniyê zêde ye û firotin erzan e, di bin deynan de mane. Serevanan destnîşan kir ku ketine nava lepên şîrketên xusûsî.
Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
Li herêmê ji ber hişkesaliyê hem fiyetê genim hem jî yê kayê biha bû. Fikar û tirsa cotkar û esnafan, ew e ku hikûmet genim îthal bike.
Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
Sewalvanan, ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên êm êdî nikarin heywanên xwe xwedî bikin û wan difiroşin.
Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
Li Amedê ji ber hişkesaliyê, hema bibêje bi navê hilberîna hungiv tiştek nema. Yekîtiya Mêşvanan xwest alîkariya sektora wan bê kirin.
450 karker 5 roj in di grevê de ne
Zêdetirî 450 karkerên di Fabrîkeya Fischer Hakan Plastîkê de dixebitin, dest bi grevê kirin û kar rawestandin. Karkerên ku dixwazin bi awayekî mirovane bijîn, ji bo têkoşîneke rêxistinbûyî bang li her kesî kirin.
Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
Cotkar Ahmet Kizmaz ku petêxên çandibûn di dest wî de man, diyar kir ku ji bo deynê xwe bide dê traktor û pîqaba xwe bifiroşe û dest ji cotkariyê berde.
Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
Karker li gelek bajaran bi wesîleya salvegera 51’emîna Berxwedana Karkeran a 15-16’ê Hezîranê daketin qadan û gotin ev berxwedan raborî nebûye û çîna karkeran îro carek din ji şertên karkeran ên nebaş re dibêje êdî bes e.
Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
Li Sasonê 400 malbat bi çandina çîlekan debara xwe dikin û dixwazin çîlekên wan daxilî nav bazara cîhanê bibin.
Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê Garo Paylan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên aborî yên şaş ên îqtidarê rewşa aboriyê pir xirab bûye û got: "Sirf ji bo zavê wî du heb SÎHA bifiroşe, Tirkiyeyê bi milyaran xisirand."