Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê ji bo 12 ciwanên ku ji ber pankarta di 1’ê Îlonê de vekirin hatin girtin daxuyanî da û got: “Bloka desthilatê ya destûra bingehîn nas nake, nikare ne dengê ciwanan ne jî dengê aştiyê qut bike.”
Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
Nûnerên rêxistinên ciwanan diyar kirin ku çûyina derveyî welat a ciwanan a ji ber krîza aborî çareserî nîne û wiha gotin: “Çareserî, têkoşîna birêxistinkirî ye.”
Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Serêkaniyê ji bo nerazîbûna li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek cihên navçeyê pankart daliqandin.
Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê ya li navçeya Silopiyayê hatiye lîstin de, bal kişandin ser êrişên li dijî zimanê zikmakî.
Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
Maça fînalê ya Tûrnûvaya Fûtbolê Gulîstan Dokû ya ku ji aliyê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ve li Amedê tê lidarxistin, hat lîstin.
Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
Kampa havînê ya 2024’an a Young Struggleyê bi panel, atolye û pêşkeşiyan dom kir. Ciwanên tev li kampê bûn, ji bo girtiyên siyasî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê name nivîsandin.
Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partî Rezan Kaganarslan û Hevserokê SDGF’ê Muslum Koyûn, destnîşan kirin ku bi têkoşîna rêxistinî dikarin li dijî polîtîkayên şerê taybet ên weke hişbir, fihûş, sîxurî û koçê bisekinin.
Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi lîstina maça fînalê bi dawî bû.
Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
9 ciwanên li Mêrsînê hedef hatin girtin û hatibûn binçavkirin, li midûriyeta polîsan îfade dan û tê payîn ku sibê îfadeya wan a li dozgeriyê bê wergirtin.
Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
Ciwanên ku li perava Mêrsînê ligel stranan govend gerandin û dirûşm berzkirin hatin binçavkirin.
Ciwanên binçavkirî hatin berdan
Ciwanên ji ber meşa bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê hatin binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê hatin berdan.
Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Wanê tûrnûvaya futbolê ya Gulistan Dokû li dar xist. Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîha Şedal jî beşdarî tûrnûvayê bûn.
Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
Li Dîlokê, maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû ku DEM Partî li dar dixe hate lîstin.
Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
Pankarteke ku wênêyên berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser, bi Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê ve hate daliqandin.
Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
Ciwanên Geverê li çar taxan ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê çalakî li dar xistin.