Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser zimanê kurdî û betalkirina konserên hunermendên kurd protesto kirin. Xwendekaran stranên kurdî gotin û govend gerandin.
Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku TUGVA’yê protesto kiribûn ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.
SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
Endamên SGDF'ê ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin û destnîşan kirin ku dê zextên li ser girtiyan bi berxwedana yekbûyî bên şikandin.
Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
Ciwanên HDP'î têkildarî binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê daxuyanî dan û gotin ku dê bi mezinkirina têkoşînê re bersivê bidin êrişên faşîzmê.
Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
SGDF, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.
Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag li Dersimê di hevdîtina ciwanan de got: "Ên îro herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in."
Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
Meclisa Ciwanan a HDP'a Wanê, derbarê girtina endamên meclisa wan a Amedê daxuyanî da û ev tişt got: "Em ciwan em ê vê desthilatê bişînin û jiyana nû ava bikin."
Girtina ciwanan hate şermezar kirin
Ciwanên girtina 10 kesên ku endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî di nav de bûn şermezar kirin wiha gotin: “Em ciwan em ê vê desthilatê bişînin, em ê jiyaneke nû ava bikin.”
Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
Endamên Înîsyatîfa Xwendekarên Azad girtina endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi meşekê şermezar kir.
Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan û xwestin di serî de tecrîda li Îmraliyê û bi giştî tecrîda li hemû girtîgehan bi dawî bibe.
‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
Endamên Înîyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li hev kom bûn û gotin: "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pênagveke li dijî qedexeyan û bişavtinê ye."
Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Îzmîrê binçavkirinên li Amed, Mêrdîn û Rihayê bi meşekê şermezar kir.
Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê binçavkirinên ciwanan bi meşekê protesto kirin.
Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku desthilat her ku qels dibe serî li polîtîkayên şer dide û Tirkiye dê wekî êrişên xwe yên berê di vê êrişa nû de jî bi ser nekeve.
‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku bi dirûşmeya "Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin, anîn ziman ku bi kûrs û çalakiyên sporê yên di çaçroveya kampanyayê de gelek ciwan ji nav vê dafikê rizgar kirine.