Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû
Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû

Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî da zanîn ku AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de têkçûna herî mezin jiyaye û wiha got: “Dê heman stratejî di 14’ê Gulanê de jî derkeve holê. Û dê îktîdara AKP-MHP’ê dîsa têk biçe.”

Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan diyar kirin ku dê meşa demokrasiyê bi serkeftina 14’ê Gulanê tacîdar bikin û wiha gotin: “Em rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin.”

Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk
Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk

Partiya Çep a Kesk di Beyannameya Hilbijartinê de hilbijartinên 14’ê Gulanê weke qonaxeke diyarker pênase kir û wiha got: “Em ê sedalala duyemîn a komarê bikin sedsala Komara Demokratîk.”

Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em

Danasîna strana “Dîsa Em” a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ku gotinên wê ji aliyê Mihemed Pîrosî ve hatine nivîsandin û muzîka wê ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin, hat kirin.

Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em

Partiya Çep a Kesk dirûşmên xwe yên hilbijartinê eşkere kir. Li gorî vê dirûşma bi kurdî “Dîsa Em” û ya tirkî jî weke “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” hate diyarkirin.

Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan
Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan

Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku partiya wan dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibe nûnertiya hêviya gelan û armanca wan ew e ku Komar Demokratîk ava bikin.

Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike

Partiya Çep a Kesk dê sibe Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike. Her wiha dê dirûşm û strana hilbijartinê jî ragihîne.

MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya

MYK’a HDP’ê bi rojevên hilbijartinê û doza girtinê civiya.

Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne
Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne

Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem anî ziman ku stratejiya wan a esasî ya hilbijartinê ew e ku bi îktîdara AKP-MHP’ê bidin windakirin û wiha got: “Hedefa me ew e ku di hilbijartinan de ji sedî 20 deng bistînin.”

Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan

Komîsyona Lihevkirinê ya Namzetan a Partiya Çep a Kesk û HDP’ê biryar dan ku distura du serdeman neguhere. Komîsyona ku biryar da ji girtîgehan namzetan nîşan nedin, nirxandina navên ku ji bo wan qedexeya siyasî tê xwestin ji civîneke din re hişt.

Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir

Endama Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Çep a Kesk Ela Hasanoglû diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqê dest bi xebatan kirine û bang li herkesê kir ku li ser sindoqan peywîrê bigirin.

Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e

Endama DÎB'ê Ayşegul Devecîoglû helwesta hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê wekî "berpirsiyarîyeke mezin a ji bo siberoja Tirkiyeyê" nirxand û got: "Ji aliyê HDP'ê ve nediyarkirina namzetê ji bo Serokkomariyê, nayê wateya ku HDP dest ji daxwazên xwe berdaye."

Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin

Meclisa Partiyê ya Partiya Çep a Kesk diyar kir ku ew ê li dijî rejîma yek zilamî ala têkoşînê bilind bikin û got: “Em banga avakirina bi hev re ya komara demokratîk dikin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû

Ji bo namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk, hezar û 147 jê jin bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirin.

Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin

Partiya Çep a Kesk û HDP di 30’yê adarê de dê Danezana Hilbijartinê eşkere bike û kampanya hilbijartinê bide destpêkirin.

< 88 89 90 91 92 > Rupel 90 / 291