‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê ku ji Reveberiyên Herêmî berpirsiyar e Berat Bîrtek, bertek nîşanî nûçeyên Ajansa Anadolu (AA) ya der barê şaredariyên DBP’ê de çêkir da û wiha got: "Tu qîmet û rastiya Ajansa Anadolu li ser erdnîgariya me tune ye."

Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma  Erdogane…
Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ne rejîma Erdogan a yek zilamiye û wiha got: “Tabloya heyî bi alîkariya CHP, tîfaqê Erdogan, Bahçelî û Ergenekonê hat avakirin. Di vê tîfaqê de dijminantiya kurdan heye û didom e.”

HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike

HDP bi boneya dîroka kongreya xwe ya mezin aşkere bike dest bi civînan kir. Piştî civîna îro ya Meclîsa Partiyê dê endamên MYK’ê jî bicivin û dîroka kongreyê zelal bikin.

Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste

Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz diyar kir ku pirsgirêka kurd li qada navnetewî û li herêmê qîmetek qezenc kiriye û destnîşan kir ku pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.

Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye

Hiqûqnas û parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, têkildarî doza karsaz û welatiyê Tirkiye Reza Zarrab ê ku li Emerîkayê tê darizandin, diyar kir ku hewldana nelirêtî û diziya pereyan a bi rêya bankayên cîhanê, recona pergala kapîtalîst a cîhanê ye.

'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’

Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku biryara AYM'ê ya der barê Gulsel Yildirim de daye, ji "fezlekeyên polîsan wêdetir tu tişt nîne" û wiha got: "AYM lingê tasfiyekirina operasyona li dijî HDP'ê ye."

‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’

Doza Reza Zarrab a li DYA'yê dewam dike û êdî piştrast bû ku bûye îtirafkar. Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, aşkera kir ku di çarçoveya dozê de di destê DYA'yê de gelek agahî hene û wiha got: "Heke van agahiyan hemûyan li ber çavan bigirin, dê li Tirkiyeyê hikumet bikeve."

Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu îdia kiribû ku ew ê der barê Serokomar Erdogan de hin belgeyan aşkera bike û aşkera kir. Kiliçdaroglu destnîşan kir ku li gorî belgeyan kurê Erdogan Ahmet Burak Erdogan pere şandiye derveyê welat.

Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin

Berdevkê HDP'ê û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku îktîdarê bi rejima OHAL'ê welat xistiye halê ku nayê birêvebirin û wiha bang li muxalîfan kir: "Yên der barê siberoja Tirkiye de gotin û fikrên wan hebin bila niha bêjin. Bila îro derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Anjî bila carek din lehengiya demokrasiyê nekin."

EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek

Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, di 8'emîn Kongreya EMEP'ê ya bi dirûşmeya “Li dijî rêveberiya yek partî û yek zilamî em ji bo aştî û demokrasiyê bibin yek" pêk hat de diyar kir ku li Rojhilata Navîn temînata aştiyê bi piştevaniyagelan pêkan e.

Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye

Ji sazumankarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku welatek di bin tecrîdê de ye û wiha got: "Gelek pirsgirêkên der barê kurdan de heye em nakin rojev. Sûr ji binî ve tê guhertin em nakin rojev. Serokê partiya Sêyemîn ya Meclîsê nikare derkeve dageheê."

Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike

Wezîrê Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay ku ji AKP'ê îstîfa kir, der barê rewşa karsaz Reza Zarrab ê li DYA tê darizandin de diyar kir ku geşedanên der barê wî de li Tirkiyeyê bi awayekî aşkere hin derdoran bêzar dike. Gunay, têkildarî tevkariya MHP-AKP’ê jî anî ziman ku ev tevkarî li dijî HDP'ê û siyaseta demokratîk hatiye avakirin.

Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser hewlesta Tirkiyeyê ya li Soçiyê û got ku: "Gotina bila kurd nebin, tê wateya hêj zêdetir xwîn birije" û der barê YSK'ê de jî ev tişt got: "Nêzikatiya ez ê çawa bi YSK'ê bileyzim, bendavê çawa sererast bikim û qezenc bikim, dê pirsgirêkan çareser neke."

Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek ê ji peywirê dan îstifakirin de, serlêdana sûc kiribû, der barê dozê de biryara bê şopandinê hatibû dayîn. Gokçek ê der barê Demîrtaş de serlêdana sûc kiribû, ji bo Demîrtaş fezleke hat amadekirin.

Îdiayeke girîng: Li Enqereyê amadekariyên piştî çûyîna Erdogan tên kirin
Îdiayeke girîng: Li Enqereyê amadekariyên piştî çûyîna Erdogan tên kirin

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen balê kişand ser nîqaşên der barê bendava hilbijartinê, tifaqa fermî, Ataturkparêzî û tengasiyên politikaya derve yên Tirkiyeyê. Bîlgen got ku, li Enqereyê hin derdor hene amadekariyên piştî çûyîna Erdogan dikin.

< 281 282 283 284 285 > Rupel 283 / 291