Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
Wekila Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu diyar kir ku KHK’iya dawî hat weşandin ji Meclîsê hatiye revandin û banga li Serokê Meclîsê kir ku meclîsê awarte li hev kom bike. Kerestecîoglu got: “Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin.”
Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bertek nîşanî pêkanîna cilên yek reng da û got: "Bila her kes bizanibe ku bi cilên yek rengî dê faşîzma KHK'yan, şerê navxweyî û planên rûxandinê bên çirandin û avêtin."
Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku bi KHK'yên hatin îlankirin darbeya sivîl dê bêtir giran bibe û xwest li dijî OHAL'ê hemû hêz bibin yek û ji bo rakirina OHAL û KHK'yan têkoşînê bilind bikin.
Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajaran têkildarî KHK’iyên dawî hatin weşandin û pêvajoya kongreya navenda HDP’ê bi awayek awarte li Enqereyê kom bûn.
Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif, diyar kir ku ew ê projeyên xwe yên ku bi hêza xwe ya xweser anîne roja îro pêş ve bibin û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan çavê me ne li tu hêzê ye. Wê meşa me ya demokrasî û azadiyê ya li Sûriyeyê, di sala 2018’an de bênavber bidome.”
Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî KHK'yên hatin weşandin û cilên yek tîp û wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê Tirkiye dubare darbeya 15'ê Tîrmehê jiya. Îro cezakirina sivîlan û bêcezakirina bersûcan Tirkiye dixe nava kasoê."
Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
Parlamenterê berê yê AKP’ê û Parlamenterê Niha yê HDP'ê Dengir Mir Mehmet Fırat, bal kişand ser helwesta parlamenterên kurd ên di nava AKP’ê de û wiha got: “Piştî ew qas heqaret li kurdan hat kirin, ger ku hêj di nava AKP’ê de bin ne pêkan e mirov ji wan re bêje kurd. Wan kurdbûna xwe winda kirine."
Kemalbay: Xirabkirina goran û derxistina cenazeyan hişmendiya Îsraîlê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku xirabkirina Goristana Xerzanê "Ji hişmendiya Îsraîlê ne kêmtir e" û pekanîna cilên yek reng jî wiha rexne kir: "Dê li dijî cilên yek reng berxwedan derkeve pêş."
HDP: Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin
HDP'ê bal kişand ser pergala cilên yek reng û aşkera kir ku anîna rojevê niyetek xirab û dijninahî ye û wiha got: "Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin."
Beştaş: Pergala 'Cilên yek reng' dijî wijdanê ye
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiya xwe ya Seyhanê de axivî, bertek nîşanî pêkanîna "Cilên yek reng" a bi KHK'a nû anîn û ev tişt got: "Ne di hiqûqê de û ne jî di wijdana mirovan de cihê ve tune."
Kurd pêvajoyê niqaş dikin
Turk: Dem dema bilindkirina têkoşînê ye
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, di civîna "Kud pêvajoyê niqaş dikin" de bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweya Kurd û wiha got: "Di pêvajoyek wisa de bêdengî ji bo kurdan mirin e. Dem dema em bêtir deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin e."
HDP dixwaze di 11'ê Sibatê de Enqereyê bihejîne
Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê diyar bû. Tê payîn ku dê di 11'ê Sibatê de bi beşdariya 25 hezar kesî kongre bê lidarxistin û li her derî ji bo kongreyê seferberî hat îlankirin.
‘Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin’
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Manîsayê danişîna yekemîn a doza 138 HDP’iyên tên darizandin temaşe kir, destnîşan kir ku dadgehê xwestiye serketina 7’ê Hezîranê ya HDP’ê bidarizîne û wiha got: “Xwestin li Manîsayê HDP’ê tasfiye bikin, lê bi ser neketin.”
Yildirim: QSD, dest bi xebatê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kir
Alîkarê hevserokên giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim pêşketinên li Sûriyeyê nirxand, da zanîn ku ruxmê astengiyên Tirkiyeyê jî hêzên Bakurê Sûriyeyê dest bi xebata Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kirine. Yildirim, der barê êrîşke li dijî Efrînê de jî ev tişt got: "Dê Efrîn bibe Vîetnama Tirkiyeyê."
112 parlamenterên AKP’ê çima neaxivîn?
Di hevdîtinên der barê budçeyê de firsenda ku her parlementer derdkeve kursiyê biaxive hebû, lê di van hevdîtinan de 112 parlementerên AKP’î qet neaxivîn. Li gor agahiyên kulîsan Meclîsê tê gotin ku ser navê van parlementeran hatiye xêzkirin.