Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest: Em nikarin heta 2019’an li ber xwe bidin
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê di salvegera Şerê Melazgîrtê 26’ê tebaxa 2018’an de bê lidarxistin.
HDP: Davutoglu, Fîdan, Akdogan û Ala biçin şahidiyê bikin
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî parastina Selahattîn Demîrtaş vê bangê kir: “Di axaftina birêz Demîrtaş de navê Ahmet Davutoglu, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala derbas dibe. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyeran vegot. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok dê we bidarizîne.”
Ne OHAL demokrasî
Rêxistinên CHP’ê bi minasebeta 16'ê Nîsanê salvegera guhertina Qanûna Bingehîn û 18 mehên OLAL'ê li 81 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de gotin "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin." Li gelek bajaran HDP û DBP'ê jî piştgirî dan çalakiyan.
Taşçier: Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin
Parlamenterê HDP’a Amedê Îmam Taşçier ê di şandeya HDP’ê de cih girt, baş kişand ser ziyareta xwe ya Herêma Kurdistana Fedara û got: “Ji bo konreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin. Em armanc dikin ku refleksên me yên neteweyî pêş bikin.”
Akdogan ê HDP'î: Pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye
Rêxistina DBP'ê ya Bajar a Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, diyar kir ku wekî gelê kurd li dijî zextan li ser piyan in û wiha got: "Ne HDP, pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye.
Hevserokê KCD'ê Ozturk: Li Sûriye her kes ketin çiravê
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, li Êlihê beşdarî civîna gel bû û bal kişand ser şerê li Sûriye. Ozturk, diyar kir ku DYA, Rûsya, Tirkiye û welatên din li Sûriye ketine nava çiravê û êdî nikarin ji nav derkevin û wiha got: "Ji ber ku der barê gel de plan û projeyên wan tune û vîna gel nayê dîtin ketiun çiravê."
Dengîr Mîr Firat: Êdî pir zor e AKP dengê kurdan bistîne
Parlamenterê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku beriya hilbijartinan “destpêkirina pêvajoyek nû ya çareseriyê” ne raste û got: “AKP di dengên kurdan de windayihek mezin dijî. Şîrîkatiya bi MHP’ê re, operasyona Efrînê û gotinên rojane yên der barê kurdan de, her aliyê kurd bi bandor kir û li ber çavan e.”
Bîlgen: Çareseriya li Sûriye aştî û hilbijartina azad e
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku çareseriya li Sûriye dawîlêhatina şer û desthilatdariyê ye û wiha got: “Çareserî dawîlêhatina şerêserdestiyê ye. Hilbijartina demokratîk û azad a vîna gel e."
Sekretera Tirkiyeyê yê PE’yê: Texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e!
Sekretera Giştî yê Forûma Tirkiyeyê yê PE’yê Laura Batalla Adam, têkildarî krîza Sûriyeyê got: “Ji civîna bilin a Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî diyar dike ku texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e.”
Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
3'emîn Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, dest pê kir. Di danişînê de Demîrtaş parastin kir û wiha got: "Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 4 roj beriya girtina me, biryara "Bê erkdayînê" da. Tevî biryara 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran Enqereyê Rojava ya Enqere ya "Teqez erk ya te ye" dosya şand Amedê. Pir balkêş e dozgerek rayeyê davê ser dozgerê din."
Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, piştî hevdîtina li gel şandeya HDP'ê diyar kir ku ji bo piştgiriya hewldanên HDP'ê yê yekîtiya neteweyî amade ne. Heyeta HDP'ê jî diyar kir ku di ziyaretan de dîtin ku hemû alî yekîtiya kurdan dixwazin.
Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
Prof. Dr. Dogû Ergîl, destnîşan kir ku tifaqeke demokratîk a berfireh li hemberî îtifaqa AKP-MHP’ê bikaribe dîmenê biguherîne û got: “Mixabin pirsgirêka kurd veguherandin pirsgsirêka asayîşê û HDP’ê jî veguherandin partiya krîmînal û sûcan.”
Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bal kişand ser axaftinên Erdogan û got: “Roja borî dibêje 'Heta ku li Sûriye aramî tune be li Tirkiye aramî nabe' Raste yê aramiyê xera dike tu ye. Dema tu ji Sûriye derkeve tu dê ji îktîdarê jî dakeve. Terîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e. Tecrîd li dijî aştî û demokrasiyê ye."
Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
Şandeya HDP’ê serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kir û di serdanê de li ser kongreya neteweyî axivîn.
Tirkiye di şerê Efrînê de 15 xalên NY'ê binpê kirin
Tirkiye di şerê li dijî Efrînê de 15 xalên peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirin. Tirkiye xala mudaxaleya dervê sînor, bikaranîna çekên qedexe, talankirina warên dîrokî, kuştina sivîlan û xalên din binpê kir.