‘Ne manîfestoya hilbijratinê ya şer e'
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan di kongreya Bajar a Stenbolê de manîfestoya hilbijartinê ya AKP'ê aşkere kir. Erdogan diyar kir hedefa wan a sereke dê hilberîna çekên helîkopter, ÎHA û SÎHA'yan zêde bikin. Siyasetmedarên sosyalîst û demokrat bertek nîşanî vê manifestoya hilbijartinê ya AKP'ê dan û diyar kirin ku ev “manifestoya şer" e û tu qîmeta wê di nava gel de tune ye.
Çamci: Gelê kurd bi tifaqî dê bersiva bertîl û hîleyan bide
Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci, diyar kir ku ji niha ve 9 hezar xebatkarên wan ên hilbijartinê amade ne û ji gundan bigire heta kolanên bajaran dest bi ziyaretan kirine û OHAL nikare xebatên wan asteng bike. Çamci da zanîn ku dê gel di sindoqan de bersiva herî xurt bide bertîl, dek û dolabên AKP’ê û gelê kurd ji niha ve li dijî tifaqên ku HDP’ê naxwazin yekîtiya xwe ava kiriye.
Înce: Ez dê çarşemê Demirtaş ziyaret bikim
Namzetê CHP’ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, diyar kir ku dê namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş roja çarşemê ziyaret bike.
Demîrtaş: Surprîza vê hilbijartinê HDP ye
Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Surprîza vê hilbijartinê HDP ye. Namzetê çep ez bi tenê me.” Demîrtaş ji bo tûra duyemîn bang li Înce, Akşener û Karamollaoglu kir ku wî destek bikin.
Partiya Keskan û Çepgiran: Em ê bibin rûyê biken û esprî yê Demîrtaş
Partiya Keskan û Çepgiran, got ku, “HDP ji 7’ê Hezîranê zêdetir guheriye û bûye adresa veguherinê. Dibe ku Demîrtaş girtîbe, lê em ê di kolan û koçeyan de bibin rûyê biken û espri yê Demîrtaş.”
Muharrem Înce: Ez dê Demirtaş li girtîgehê ziyaret bikim
Namzetê CHP'ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê randevûyê ji namzetên serokomaran bistîne û biçe li girtîgehê Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ziyaret bike.
Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
Wezirê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, gef li DYA xwar û got "Ger ku DYA firotina F-35 ya ji bo Tirkiye betal bike nayê qebûl kirin. Çavuşoglu, da zanîn ku dê di di nava hefteyapêş de biçe Washingtonê ziyaret bike.
Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
Nivîskar û siyasetmedarê kurt Tarik Zîya Ekîncî, beriya hilbijartina zordest geşedanên dawî nirxand û xwest hemû kesên ji xwe re dibêjin “demokratim” di nava HDP'ê de cih bigirin. Ekincî, anî ziman ku tevgera çalak a li dora HDP'ê bê avakirin dikare siberojê HDP'ê bike partiya sereke.
Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê ava kirin dê bi ser nekeve û got: “Bi taybetî divê Partiya Îyî li hember HDP’ê zimanek baldar bikar bîne. Partiya Îyî dibe ku bimîne tura duyemîn. Wê demê dikar bêje pêdiviya min bi dengê HDP’ê nîne?”
HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
Parlamenterên HDP’ê ji bo namzetiya Serokomariya Selahattîn Demîrtaş serî li YSK’ê dan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan daxuyanî da û got: “Birêz Demîrtaş îro tekane namzetê ku soza azadî, demokrasî û aştiyê dide civakên Tirkiyeyê ye. Divê di şert û mercên wekhev de vê pêvajoyê temam bike.”
Xwestin Demîrtaş bê berdan
Hin wekîlên CHP’ê, ji bo namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan bang kirin.
Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, duh li Amedê di civîna aşkerekirina namzetê serokomariyê de aşkere kir ku Selahattîn Demîrtaş namzetê partiyên kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Pêkhateyên partiyên kurdan ên tev li hewldana îtîfaqa partiyên kurdan bûn jî, xwestin tifaqa hilbijartinê bibe tifaqa yekîtiya neteweya kurd.
Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
Wezîrê Çandê yê berê Ertugrul Gunay têkildarî tifaqa desthilatdarî û partiyên muxalefetê got: “Her du tifaqa jî encax mirov dikare wek ‘navendî û rastgir’ pênase bike. Feraseta HDP’ê li derve dihêlê divê demokratîkbûna wan bê nîqaşkirin.”
Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
Namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, di daxuyaniya ji bo ajansa me da de têkildarî pêvajoya hilbijartinê ya CHP’ê de got: “CHP tu carî nebû hêvî û alternatîfeke rast. Hêvîdarim qet nebe di tûra duyemîn de ji bo destekkirina me xwe dûr nexin.”
Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
Namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi awayekî fermî piştî daxuyandina namzetiya serokomariyê ewilî daxuyanî da ajansa me. Demirtaş ji bo namzetiya xwe got: "Di girtîgehan de bi navê derfetê tu tişt tune ye. Lê ji bo firsenda herî biçûk jî tev li têkoşîna gel bikim, çi ji destê min bê ez ê bikim."