Temellî: Min navnîşanê Îmraliyê nîşan da
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî banga aştiyê ya duh bû rojev got: “Ne banga îtîfaqekê ye. Heke aliyên şer hevdîtina bikin dê muxatab hevdîtinê bikin. Ji ber vê ye ku min navnîşanê Îmraliyê nîşan da. Em jî neçarin piştevaniya pêvajoyek wiha bikin.”
Bîlgen muxalefetê hişyar kir: Bi vê krîzê re divê muxalefet nekeve nav xemsariyê
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen krîza di navbera îtîfaqa AKP-MHP de dest pê kir nirxand û got: “Divê muxalefet ne li gorî AKP’ê li gorî daxwazên civakî pozîsyona xwe bigire. Divê muxalefet nekeve nav tiraliya çawa bibe jî îtîfak tune ye û pêdiviya min jî bi kesî nîne.”
Temellî: Werin li ser maseyê rûn in
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Ocalan û got: “Aştî îro dibin tecrîtê deye. Em carek din dibêjin; An hûnê li ser maseyê rûnin, an jî hûnê şer bidomînin. Werin li ser vê maseyê rûn in. Em ji bo piştgiriyê amaden e.”
HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike
HDP'ê ku li Amedê dest bi xebatên hilbijartinê kir, niha hewl dide serketina 24'ê Hezîranê di hilbijartina herêmî de jî bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd û li rojavayê welat jî "Eniya Demokrasiyê" çêbike.
Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhen Bîlgen têkildarî kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi got: “Heke ser van daxuyaniyên bêberpirsyar bê niximandin, şirîkê sûc yên ku firsatê dane her kes e. Desthilatdariya Tirkiyeyê jî daxîlî vê ye.”
Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
Heyeta ji nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), pêk dihat, ji bo nirxandinên rewşa herêmî, Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ziyaret kir. Di ziyaretê de Osman bang li gelê Kurdistanê kir ku hêzên xwe yên xweser ji xwe re esas bigrin û lêvegerek hevbeş di rêya lidarxistina Kongreyeke Netewî Kurdistanî ava bikin.
Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û diyar kir ku ev hilbijartin di heman demê de referanduma hiqû, demokrasiyê ye.
Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku Erdogan li Amedê cara duyemîn e stadyumê vedike û ji bo hilbijartina herêmî jî got: “Em ê wek Amedsporê bi vê maçê bi ser bikevin. Hem li Amedê û hem li hemû bajarên qeyûm tayîn kirin e bigîhîjin serkeftinê.”
Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê piştî 20 rojan encamên fermî yên hilbijartina Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê eşkere kir.
Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
Serokkomar Erdogan ê îro hat Amedê, derçûnên xwe yên hişk ên li dijî tevgera siyasî ya Kurd nerim kirin û bêyî ku behsa HDP’ê ya ku li bajêr ji sedî 65 denga digire bike, ji bo hilbijartina herêmî deng ji Amediyan xwest.
Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, beşdarî komxebata li Amedê pêk tê bû û got:"Em ê bi hêzek hîn mezin beşdarî xebatên hilbijartinê bibin. Êrîşên ku li rêveberiyên me yên herêmî tên kirin li dijî hêza jina ye. Bêyî vîna jinê demokrasî pêş nakeve. Gelê kurd gelê herî mezin ê ji bo vîn û nasnameya xwe têdikoşe ye."
Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal eTurk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk beşdarî Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê bûn û nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew li vir gava ewil a xebatên rêveberiyên herêmî didin destpêkirin û li pirsa "Rêveberiyek çawa, welatekî çawa, bajarekî çawa? digerin. Temelî, anî ziman ku çareserî Demokrasiya Radîkal e. Turk jî diyar kir ku tecrûbeyên wan ên 40 salan hene û xwest dersa rast ji van tecrûbeyan derxin û got: "Divê berî her tiştî em şaşiyan dubare nekin û yekitiya xwe xurt bikin."
Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, Serokomar Erdogan ê li Moldova “xweseriyê” parast rexne kr û got: “Xwezî te xweseriyê li Tirkiyeyê jî biparasta.”
Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê û Amîrê Îdarî yê Meclîsê Prof. Dr. Mahmut Togrul, bal kişand ser nakokiya Rapora Xebitandina Sermayeya veberhênanê û Rapora Venêrtina Rêkûpêkbûnê ya Zanîngeha Dîlokê ku Prof. Dr Alî Gur Rektorê wê ye û got: "Li gorî bîlançoya 2017'an di hesabê 150 malzeme û madeyan yên tibbî û derman de ‘4 milyon û 984 hezar û 488 TL pere kêm e. Ev pere li ku hatiye xerçkirin?"
Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, diyar kir ku operasyonên li ser endam û rêveberên HDP’ê bandorê li xebatên wan nake û got: “Li Tirkiyeyê tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe û di vî warî de bi HDP’ê re bikeve pêşbaziyê.”