Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne
Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tark, diyar kir ku ew di vê hilbijartinê de alîgirê demokrasiyê ne û wiha got: "Em nîşan didin ku em li dijî neheqî, bêhiqûqî û zilmê radiwestin. Em rengê xwe nîşan didin."

Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be
Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, derbarê nameya Ocalan ji wan re şandin û duh li ser AA hat serwîs kirin de axivî û got: “Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, emê di 23’yê Hezîranê de jî eynî helwestê nîşan bidin.”

HDP’ê banga ‘dengê stratejîk’ li hilbijêrên xwe kir
HDP’ê banga ‘dengê stratejîk’ li hilbijêrên xwe kir

HDP’ê, bi sernavê “Vexwendina dayina dengê stratejîk’ banga di 23’ê Hezîranê de çûyanî ser sindoqan li hilbijêrên xwe kir.

Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike
Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, beriya hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê ku dubare bê kirin bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û got: "Ev hilbijartin bi aliyekî hilbijartina demokrasiyê ye û bi aliyekî hilbijartina Şirnex, Mûş, Milazgîr, Tetwan û Bedlisê ye." Temellî, li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha got: "Peyamên Ocalan ji bo siyaseta Tirkiye û pêşeroja Tirkiye pir girîng e. Divê her kes bi wî re hevdîtin bike."

Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bi rewşenbîran re civiya û got: “Bi daxuyaniyên Ocalan re teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ bi hêz bûye.”

Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin

Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di çarçoveya xebatên hilbijartina Stenbolê de bi karkeran civiya û got: “Piştî biryara YSK’ê Şaredariya Stenbolê ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin.”

Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdema çûyî Selahattîn Demîrtaş, di dadgeha îro dewam kir de got: “Dozgerên derbaê min de fezleke amade kirin, niha ji cemaetê girtîne. Wê demê jî cemaetê hez ji me nedikir. Lê hez ji kî dikir? Mînak pir hez ji Bînalî Yildirim dikir.”

Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in
Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in

HDP, DBP, KCD ji bo nirxandina pêvajoya siyasî li Amedê kom bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan di civînê de axivî û got: “Li Tirkiyeyê hêza pêşeng a azadî û demokrasiyê kurd in.”

HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû
HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû

Alîkarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Azad Bariş, diyar kir ku wan di 31’ê Adarê de desthilatdarî têk bir û got: “Ger em Stenbolê qezenc bikin emê Tirkiyeyê qezenc bikin. Ji ber vê em bang li hemû hilbijêrên xwe dikin ku deng dibin Ekrem Îmamoglû.”

Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi parêzeran re civîya, diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî wan di 24’ê hezîran û di 31’ê adarê de karekî baş kirin. Temellî, anî ziman ku desthilatdariya heyî bi bloka faşîst li ser pêyan dimîne û got: "Rêya têkbirina bloka faşîst, di têkoşîna hevpar re derbas dibe."

Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye
Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye

Parlementerê SP'ê Cîhangîr Îslam, diyar kir ku AKP'iyên dixwendin, lêkolîn dikirin û hay ji hin tiştan hebûn ji partiyê dûr ketine û got: "Ne bawerim helwesta hilbijêrên ji AKP'ê xeyîdîne tenê ji bo vê hilbijartinê be. Wisa xuyaye qutbûyîneke kûr heye."

Berdevkê HDP'ê Kubilay: Xwedîderketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye
Berdevkê HDP'ê Kubilay: Xwedîderketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye

Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî geşedanên dawî li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubilay, diyar kir ku hilbijartina Stenbolê xwedi nirxeki pir stratejîk e û wiha got: “Li Stenbolê xwedî derketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye."

Abdullah Ocalan: Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim
Abdullah Ocalan: Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 12'ê Hezîranê ya bi parêzerên xwe re pêk anî, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê peyamek şand. Ocalan, di peyamê de got: “Ez hevî û daxwaz dikim ku bi taybetî rêhevalên ku ev pêvajo ji kur ve jiyan berî her tiştî di aliyê bedenî, ruhî û fikrî de bi baldarî li xwe binerin. Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim."

Tarik Zîya Ekîncî: Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiye ye
Tarik Zîya Ekîncî: Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiye ye

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekîncî, diyar kir ku sedema herî sereke ya krîza Tirkiye neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Ji ber ku li gorî pêşniyara Abdullah Ocalan a 2013’an pirsgirêk nayê çareserkirin krîz kûr dibe. Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heta pirsgrêka Kurd çareser nebe, li Tirkiye demokrasî, hiqûq û aştî pêş nakeve."

Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû derbarê nameya Amerîkayê ya têkildarî S-400'an axivî û ev tişt got: "Dê S-400 bên Tirkiyeyê. Tirkiye ji biyara ku girtiye paşde gav navêje."

< 219 220 221 222 223 > Rupel 221 / 291