Bahçelî ji ber tayînkirna qeyûman Soylû pîroz kir
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, ji ber ku hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û qeyûm tayînî şûan wan kir, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pîroz kir.
Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, bal kişand ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “Rêya sêyiemîn" û wiha got: “Rêya herî bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û rêya Têkoşîna Azadiya Kurd bikin yek. Ya girîng dayîna têkoşîna aştiyek bi wate ye."
Aydenîz: Peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtin e
Parlamenterê HDP'ê Saliha Aydenîz peyama Ocalan a "Ez ji çareseriyê re amade me" nirxand û diyar kir ku peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtine û wiha got: "Heke derdekî desthilatê yê pêkve jiyana gelan heye, divê vê peyama Ocalan baş bixwîne."
Akar: Di rojên pêş de dê Navenda Tevgera Hevpar bê avakirin
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar diyar kir ku "Navenda Tevgera Hevpar" ku bi Amerîkayê re li serê li hev kirine dê di rojên pêş de bê avakirin.
Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Nabe ku li gorî rewşa konjonkturî û siyasî hevdîtin bê astengkirin."
Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
Doç. Dr. Fîkret Başkaya da zanîn ku lihevkirina di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo dem qezenckirinê û sarkirina operasyonê ye û got: “Zû yan jî dereng dê Turkiye kurdan qebûl bike. Heta kurdan neke muxatabê xwe dê ev pirsgirêk çareser nebe.”
‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ê di kongreya Partiya Yenîşehîrê de axivî, diyar kir ku ji bilî şer tu sozên AKP’ê û MHP’ê yên ku bidin civakî nemane.
DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
Rêxistina DBP'ê piştî bi rojevên "misyon û ji nûve avakirinê" civîna MYK'ê li dar xist biryar da ku rêxistinên bajar û navçeyan fesh bike.
HDP'ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand
HDP'ê encamnameya 1'emîn Konferansa Rêxistinbûna Navendî ragihand.
Paylan ê HDP’î: Erdogan û Bahaçelî, dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin
Parlementerê HDP’ê Garo Paylan, balkişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê û got: “Ev ji bo Erdogan û Bahçelî ne formulek nû ye. Dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin.”
Onlu: Me dît ku em pir navendî bûne
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, têkildarî 1'emîn Konferansa HDP'ê ya li Amedê axivî û got: "Me dît ku em pir navendî bûne. HDP xwedî fikrek xurt e. Divê fikr hêza xwe ji herêmê bistîne. Divê modela rêxistinbûnê, tarza siyasetê û mekanîzmaya biryarê divê xwe ji herêmê û bingehê pêş bixe."
Temellî: Ne bi korîdora aştiyê werin bi kurdan re li rêya aştiyê bigerin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Heke bi rastî ku hûn aştiyê dixwazin, ne korîdora aştiyê li rêya aştiya bi kurdan bigerin. Tevî hemû êşan jî kurd ji aştiyê re amade ne.”
KCD, HDK û HDP: Em bang li her kesî dikin ku li şûna şer, afirandina aştî û aqil pêş bixin
KCD, HDK û HDP’ê piştî civîna Konferansa Rêxistinkirinê ya Navenda HDP'ê civîna hevpar li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bang li AKP û CHP'ê kir û xwest li şûna polîtîkayên şer pêş dixin, polîtîkayên aştiyê û aqilê hevpar bi afirînin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan 7 xalên ku Birêz Ocalan aşkere kiribûn pir girîng in. Ji bo vê yekê jî girîng e ku parêzer û bi Ocalan re hevdîtin bikin."
Konferansa HDP'ê dest pê kir: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di konferansa Rêxistinkirinê ya Partiyê de axivî û wiha got: "Ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê em bi hevre muzakere bikin û bi hevre têbikoşin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gav bên avêtin. Divê em bi hevre vî welatî ji tecrîdê rizgar bikin."
HDP 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk tîne
HDP piştî konferansên herêmî ku li 7 herêman pêk anîn, dê sibê li Amedê 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk bîne. HDP encamên ku di konferansên herêmî de derketin holê 2 rojan bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş bike û şêwaza rêxistinbûyîna xwe ya dema nû diyar bike.