Kurtulan: Ev dagirkerî ye
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, diyar kir ku êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkerî ye û wiha got: "Li pêş çavê cîhanê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî kirin."
Berdevkê Kremlîn: Em naxwazin li îhtîmala pevçûnê jî bifikirin
Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Peskov got ew naxwazin li ser îhtîmala pevçûnêk bi Tirkiyê re jî bifikirin.
Koçyîgît: Yên aştiyê dixwazin divê bi qasî yên şer dixwazin wêrek bin
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, diyar kir ku bloka AKP-MHP'ê li dijî aqilê aştiyê aqilê şer xistine meriyetê û wiha got: “Em mecbûr in bi qasî yên şer dane destpêkirin ji bo aştiyê bi wêrekî tev bigerin. Ger ku îro em bitirsin û serê xwe têxin bin xîzê, em ê sibê nikaribin li ruyê zarokên xwe binerin."
Aldar Xelîl: Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me dike
Rêveberê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, têkildarî êrîşên OSO û TSK'ê yên li dijî axa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, xwest cîhan baş rastiya êrîşên li dijî wan zanibe û wiha got: "Divê cîhan baş zanibe ku dewleta tirk ne bi tenê, bi çeteyên DAIŞ`ê êrîşî me dike."
Başaran: Roj roja deng derxistinê ye
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkiriyên têkildarî êrîşên ser Rojava da û got: “Xwedî derketina aştiyê ne sûc e. Roj roja deng derxistinê ye.”
Ji HDP’ê bang: Li dijî şer em eniya demokratîk ava bikin
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya îktîdara AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe da û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer neiyek demokratîk were avakirin.
Temellî: Erêkirina tezkereyê zerardayîna herî mezin a vî welatî ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, CHP ya ji tezkereyê re got ‘erê' rexne kir û wiha got: “Şopdariya nijadperestiya bê kok û piştgiriya polîtîkayên şer, zerardayîna herî mezin a vî welatî ye. Divê îktîdar dawî li van polîtikayên şer bîne."
Hatîmogullari: Divê her kes li dijî şer aştiyê biparêzin
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û xwest her kes li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Li Sûriyeyê çareseriya herêmê bi aştî û diyaloga demokratîk pêkan e."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Li dijî şer em deng bidin gelê Rojava
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, operasyona TSK'ê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û gotin: “Em ê bê fikar, li dijî vî şerê dijhiqûqî û nerewa bi gelê xwe û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re, rawestin. Em li dijî şer bibin dengê gelê Rojava."
Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temllî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga navneteweyî kir û ev tişt got: "Em bang li YE û NY'yê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e. Wisa bi daxuyaniyên kurt na. Bibêjin rawest e. Belê bibêjin rawest e."
MYK’a HDP’ê ji bo rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dicive
MYK’a HDP’ê berî operasyonek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bi awayekê awarte bicive. Di civînê de wê helwesta HDP’ê bê diyarkirin.
Olûç: Îktîdara wan ku diheje dixwazin bi Sûriyê qehîm bikin
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku operasyonek muhtemel a li dijî Rojava ne çareseriye û got: “Îtîfaqa AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye. Dixwazin îktîdara wan a ku diheje bi operasyonek eskerî ya li dijî Sûriyê qehîm bikin.”
Kubîlay: Bi daxuyaniyên Bahçelî dixwazin CHP’ê bêdeng bikin
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku hedef nîşandana Kemal Kiliçdaroglu ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve pêk tê “operasyona bêdengkirina CHP’ê ye” û ji ber nikaribûn HDP’ê tecrîd bikin niha jî berê xwe dane CHP’ê.”
Asya Abdullah: Konferansa Jinan a 3'emîn wê bibe bingeha Konferansa neteweyî a Kurdistanê
Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, têkildarî amadekariyên konferansa 3'emîn, diyar kir ku hevdîtinên wan gelek erênî pêk hatin. Abdullah, destnîşan kir ku Konferansa Jinên Kurd wê bibe bingeh û amadekariya Konferansa Neteweya Kurd û Kurdistanê jî. Abdullah, konferansa CHP'ê ya Neteweya Sûriyeyê jî nirxand û got: "Dema pirsgirêkek tê niqaşkirin divê xwediyê wê pirsgirêkê jî li wir amade be. Yên ji bo çareseriyê têdikoşin ne amade ne. Ji ber vê yekê ev tim seqet û bê encam dimîne."
Ozsoy: Heke Tirkiye bikeve Rojava wê xeletiyek mezin bike
Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji bo Tirkiye bikeve Rojava israr dike û got: “Heke Tirkiye êrîşî Rojava bike dê xeletiyên micid pêk werin.”