Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
ûncer Bakirhan ku diyar kir ku komîsyona li meclisê hatiye avakirin bi firsendeke dîrokî ye û bang li civaka sivîl kir ku di pêvajoyê de bi roleke aktîf rabibe û got, "Li Tirkiyeyeke demokratîk lihevhatina civakî û aştî ancax bi civaka sivîl re dikare were avakirin."
Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ku ji bo girtiyên nexweş bang kir got, "Eger jiyana girtiyê nexweş xeteriyeke teqez bi xwe re bîne, divê înfaz heta ku baş bibe bê taloqkirin."
Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
AKP’ê navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
Partiya Yenî Yolê, navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nîqaşên têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin nirxan û wiha got: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rovejê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Doganê, şewatên daristanan wek “eko-qirtkirin” pênase kir.
Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî komîsyona ku li meclisê bê avakirin got: "Serokê meclisê daxwazên me qebûl kir, dê di komîsyonê de piraniya wesfdar çêbibe. Em ê jî sibê 10 evalên xwe ji bo komîsyonê peywirdar bikin."
Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
Ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Toqayev ve di navbera her du welatan de 20 Peyman hatin îmzekirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan “ji avê erzantir” e û got: “Berpirsiyarê herî mezin ê şewatan hikûmeta AKP’ê ye.”
'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
Tulay Hatîmogullari ku li dijî şewata daristanan banga seferberiyê kir got, ''Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin.''
Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di konferansa li Bazîdê de axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew kongre dê pêk were.
Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, ji komên partiyan re têkildarî komîsyona ku li dê Meclisê bê avakirin nameyek şand. Di nameye de der barê hejmara endamên partiyan ên ku dê beşdarî komîsyonê bibin agahî parve kir.
Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî diyar kir ku dê bi awayekî rêxistinkirî û bi biryar xwedî li " Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derbikevin û got: "Em ê aştiyê rêvebibin. Em ê li her tax, her kolan, her malê aştiyê mezin bikin."
DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
DEM Partî di encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) de bal kişand ser “Siyaseta demokratîk û hiqûqa yekpare” û got: “Em li her bajarî Platformên Aştî û Demokrasiyê ava bikin.”
DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
DEM Partiyê, ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocakê peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî.”
CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel diyar kir ku ew dikarin piştgiriyê bidin komîsyona ku li Meclisê were avakirin, lê şefafî û samîmiyet wê diyarker be.