PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç bang kir ku îqtîdar dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û ji bo çareseriya pirgirêka kurd bang li aliyan kir ku hêza xwe bikin yek.
Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku yekane çareseriya li dijî êriş û zextên li ser kurdan yekîtiya neteweyî ye û pêwîste Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bicive.
Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî girtina Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû û endam û rêveberên ESP’ê da û got girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e.
Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got: "Di bingeha biryarên şer û operasyonan de polîtîkaya tecrîdê heye. Her ku tecrîd tê şidandin şer jî giran dibe. Tifaqa qirêj mezin dibe. Divê kurd nebin amûrê tifaqa dewletan."
Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, îdîayên 3 kesên ji 4’ê Îlonê ve li Şaxa TEM’ê ya Rihayê tên îşkence kirin bir rojeva Meclîsê û ji Wezareta Karê Hûndir xwest ku derbarê îdîayên îşkence kirine de lêpirsîn bê vekirin.
Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, daxwaz kir ku meha Muharremê bibe wesîleya aştî, azadî û yekitiya li welat.
Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li karkerên kurd ku li Sakaryayê êrîş li wan hatibû klirin, geriya û ji wan re got derbasî be.
Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn ji bo "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û got: "Gel, ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze. Ên doza şer dikin emrê wan kin e. Ên ji bo aştiyê têdikoşin wê bi ser bikevin."
Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye
Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz hevdîtina MSD’ê ya li Moskovayê nirxand û got: “Rismê li Moskovayê hem peyamê dide Tirkiyê û hem jî peyamê dide Amerîkayê.”
Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
Parlamenterên HDP’ê rewşa girtiyên nexweş, êşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan birin rojeva Meclîsê.
Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
Di civîna MYK’a HDP’ê ya piştî çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat lidarxistin de, ji bo ku “Eniya Aştiyê/Tevgerê” bê avakirin, nîqaşên berfireh hatin kirin.
Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got: ''Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.''
Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Meclîsê "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" weşandin. Di deklarasyonê de hat diyar kirin ku pêkane ku şer û bêkarî bi dawî bibe.
Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, ji ber di demên dawî de endamên Meclîsa Ciwanan tên revandin û ji wan dixwazin ku bibin sîxur, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Dag anî ziman ku dixwazin xebatên partî û ciwanan îlegalîze bike.
ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e
Nivîskar û rojnameger Mihemed Seydî, di ji rojnameya e-rojname re nivîsî û bal kişand ser polîtîkayên ENKS'ê ya li dijî ziman parastinê.