Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
Endamên Komîteya Amedakar a Mitînga Civaka Demokratîk û Azadiyê diyar kirin ku amedekariyên mitîngê xilas bûne û ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan banga tevlibûnê kirin.
Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
Ahmet Turk ê ku di Konferansa Însiyatîfa Yektitiya Demokratîk a li Mêrdînê de diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û Sûriye xata sor a Kurdan e û ev tişt got: “Ji dêleva ku HTŞ’ê bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin cîran, ma qiyametê rabe?.”
Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike
Ozgur Ozel, têkildarî daxwaza ku Komîsyon li Abdullah Ocalan re biaxive axivî û got:"Bila Serokê Meclisê bîne rojevê, MHP û AKP helwesta xwe nîşan bidin. Piştre bila werin ji min bipirsin.”
Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir
Serokê Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kir.
Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku komploya navneteweyî ji hêla Abdullah Ocalan ve vala hatiye derxistin û got: “Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye.”
DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
DEM Partiyê îtîraza Wezareta Dadê ya li dijî biryara DMME’yê li Lijneya Giştî ya Meclisê bi wêneyên Demîrtaş çalakiya protestoyî li dar xist.
Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
Civîna 14’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir.
Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, têkildarî hevdîtina di resepsiyona vekirina Meclisê de bi koma DEM Partiyê re kiribû axivî û got ku têkildarî tiştên dikarin di pêşerojê de bikin axivîne.
DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
DEM Partiyê bertek nîşanî îtîraza Wezareta Dadê ya li dijî biryara DMME’yê ya der heqê Demîrtaş de da û got ku îktîdar li şûna biryaran bicih bîne, bi lîstikan hewl dide demê qezenc bike.
Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, got: “Divê zemîna muzakereya ku birêz Ocalan binê wê xêz dike bi biryardarî were avakirin.”
Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoyê got ku banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ji bo wan diyarker e û xwest Abdullah Ocalan ji bo HSD’ê jî heman bangê bike. Her wiha Bahçelî anî ziman ku divê komîsyon biçe Îmraliyê.
Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku aştî dikare deriyê avakirina Komara Demokratîk heta dawiyê veke û got: “Demokrasî ne karekî rêveberiyê ye. Avakirina jiyaneke wekhev û pêkvejiyanê bi xwe ye.”
'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê diyar kir ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê, hîmeke bingehîn a têkoşîna aştî û hevwelatîbûnê ye.
Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi endamên Şandeya Mirovên Aqilmend ên “Pêvajoya Çareseriyê” re civiyan.
DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê têkildarî girtiyên Doza Kobanê daxuyanî da. Komîsyonê, biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û DMME’yê bi bîr xist û got ku divê di çarçoveya van biryaran de hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan.