Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
Hevserokê Giştî yê HDP’ê li navçeya Kuluyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Welatiyan gilî û gazinên xwe yên ji bo krîzaaborî anîn ziman, Sancar jî peyama “Çareserî em in” da welatiyan.
Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku serdana Kiliçdaroglû amadekariya hilbijartinê ye û got: “Heke helalbûn û hevrûbûnek bibe jî ev li Îmraliyê bi birêz Ocalan dikare bê kirin.”
HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
HDP dê bi beşdariya Hevseroka Giştî Pervîn Buldan li sê herêmên cuda yên Manîsayê bi gel re bê ba hev.
Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari têkildarî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ku rojê tenê saetek av lê tê berdan pêşnûmepirsek da Meclisê. Hatîmogûllari ji wezîr Bekir Bozdag ev pirs kir: “Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?”
Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku divê tifaqa partiyên kurdî bi hilbijartinan re bisînor nemîne û got: “Em armanc dikin ku Tevgera Aştiya Kurd ava bikin. Di vê çarçoveyê de em ê di meha îlonê de Belgeya Helwestê eşkere bikin.”
HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, ku serdanên xwe yên li Amedê temam kirin, ragihand ku wê di meha îlonê de Tifaqa Kurdî ku dê bi partiyên kurd re ava bikin, dê ji raya giştî re ragihînin.
Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Agiriyê axivî û bal kişand ser êrişên ser kurdan. Bayindir got; “Heke em têbikoşin dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Çi dikin bila bikin lê kurd gelek nêzî azadiyê ne.”
‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo êrişa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Rûsya, Îran û Amerîkayê nekariye razîbûnê wergire û got: “Heke Erdogan di vê hevsengiya hêz û pozîsyonê de bikeve şerekî ku tu kes naxwaze, wê neçar bimîne bedelekî gelekî giran ê leşkerî û siyasî bide.”
Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û banga tevlibûna mitîngên partiya xwe ya li Amedê û Stenbolê kir û xwest gel li dijî tecrîd, qedexeyan, şer û dagirkeriyê biherike qadên mitîngê.
Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
Parlamenterê HDP’ê Nusrettin Maçîn diyar kir ku divê partî û rêxistinên kurdan li dijî êrişên ser kurdan bi bernameyek hevpar tevger bikin û xwest ruhê yekitiya neteweyî ya kurd di mitînga “Çareserî em in” de bê cem hev.
Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca ji bo ku Fermana 74’an a li dijî êzidiyan hatiye kirin weke “qirkirin” were naskirin, teklîfa qanûnê da Meclisê.
Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku AKP-MHP dixwaze xeyala Osmaniya Nû pêk bîne lê dê kurd û hêzên cîhanê destûrê nedin. Ozguneş ji bo mitînga Amedê jî ev bang kir: “Werin em li dijî polîtîkaya şer û înkarê bi hev re li qadan dengê xwe bilindtir bikin.”
HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
MYK’a HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî Bûldan û Sancar civiya û bernameya xwe ya çalakiyan a heta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir.
Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
Serokê Meclisê Mûstafa Şentop pêşnûmepirsa têkildarî doza Mûsa Anter ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, bi hinceta “Qebe û şikîner e” paşve şand.
Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
Rapora Komîsyona Têkel a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz hatiye amadekirin, pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.