Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz li Desteya Giştî diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî kurdan pirsgirêka nijadperestî, faşîzma tirkbûnê heye û kurd û daxwazên xwe nayên qebûlkirin.
Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk diyar kir ku bi sedan sala ye îşkence li dijî kurdan weke rêbazek tê bikaranîn û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye.”
HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
Parlamenterên HDP’ê bi boneya salvegera qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê daxuyanî da û gotin: “Li Şirnexê tenê tiştek neguherî ye, tundiya dewletê ye.”
Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk, Meclisa ku ji êrişa polîsan a li dijî wî bêdeng ma rexne kir û wiha got: “Bila tecrîd bi dawî bibe, hestiyên zarokên kurd ji dayikên wan re bi kargoya PTT’ê neyên şandin, ez razî me ku her du lingên min jî bên birîn.”
Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku li cihekê ku 60 hezar kes lê jiyana xwe ji dest didin ne teror lê şer heye û ev tişt anî ziman: “Di halê hazir de tenê rêyek li ber Tirkiyeyê heye ku ew jî demokratîkkirina komarê ye.”
Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û endama Meclisa Partiyê Bedriye Yorgun bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir.
Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Dixwazin Dêrsim, Zîlan û Helebçeyên nû bi serê kurdan bînin.”
Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
Parlamentera HDP’ê Dîlan Taşdemîr diyar kir ku tiştek nema ku AKP’ê neaniye serê kurdan û got Rojava ji bo AKP’ê bûye kabûsa şevan.
Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
Di danişîna doza endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê ku tên darizandin de Songul Kose axivî û got projeyên wan li ser koçberiya bi darê zorê kirine, mesrefên mitbex, epilasyon û gelek mesrefên şexsî bi PKK’ê ve hatine girêdan.
Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
Parlamentera HDP’ê Huda Kaya got ku avakirina saziya Diyanetê li dijî Makeqanûnê ye û wiha got: “Gelo ma helal e ku Diyaneta yek mezhebê û dewletperestiye dike vê budçeyê bi kar bîne?”
‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya şer li ser dijminatiya kurdan li civakê tê ferzkirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin.
‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan da zanîn ku Wezareta Ragihandinê weke serokatiya dezenformasyonê pênase kir.
Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun gotina Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ku digot; “şande çûye” bi bîr xist û wiha got: “Hûn çima ji bo çûyîna şandeyên serbixwe derfetan çênakin?”
Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî di bûyera îstîsmarkirina zayendî ya li dijî H.K.G.’ê de peywira xwe bi cih neaniye û wiha got: “ Berpirsyar îktîdar e.”
Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya, bertek nîşanî bêdengiya wezaretê ya di mijara êrişa zayendî ya li dijî H.K.G. a 6 salî da û wiha got: “Gelo li hemberî vê neheqiyê kî bêdengiya xwe didomîne?”