Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku diyar kir ku cezayê îdamê yê di 29’ê hezîrana 1999’an de li Abdullah Ocalan hatiye birîn, îro bi tecrîda mutleq hewl tê dayîn bê bicihanîn û got: “Bila qasî ku bixwazin bila wî tecrîd bikin, birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye, bi milyonan ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e.”
Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
Bi biryara di Rojnameya Fermî de hat weşandin, cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran hat guhertin.
Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de heman biryara darvekirinê ya der barê wî de jî hatiye dayîn ne tesadûfî ye û got: “Qirkirina li dijî kurdan di sala 1925’an de dest pê kir.”
Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
Mehmet Ocalan, di 74'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de bibîr xist ku heman ceza li kekê wî jî hatiye birîn û got: "Ev, peyamek bû. Peyama 'Me ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî.' Biryar, siyasî bû."
Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
Qeyûmê Şaredariya Êlihê, ji bo kampanyaya hilbijartinê ya namzetê AKP'ê Adil Sebatî Ceylan, ji budçeya şaredariyê bi 53 milyonan qoliyên alîkariyê stendiye. Belge û dîmenên der barê belavkirina van koliyan de ji navê hatin rakirin.
Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 216’emîn de didome.
Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
Nobeta li Stenbolê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 21’an de ye. Di nobedê de peyama “Em ê dest ji vîna xwe bernedin. Heta em mafên xwe bi dest bixin em ê li her derê li ber xwe bidin” hat dayîn.
Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
Di çalakiyên "dawî li tecrîdê bîne" de ku li gelek bajaran tên lidarxistin, bang li Wezîrê Dadê hat kirin û wiha hat gotin: "Ger dilê we û edaletê hebe, daxwazên dayikan pêk bînin."
Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
Danişîna doza ku der barê Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de bi îdiaya “Zerar daye malên gelemperiyê” ku beriya 11 salan hesinê leşkeran winda bûbû, hat taloqkirin.
Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
Danişîna doza ku Şervan Gulel ê Hasret Tûtal qetil kir jinûve tê darizandin, ji ber bavê faîl ê diviyabû weke şahid were guhdarkirin nehat danişîn taloqî 27’ê îlonê hate kirin.
Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
Pinar Selek di doza Sûka Misirê de cara 6’emîn e tê darizandin. Biryara hate dayîn ku biryara têkildarî girtina Selek bidome.
Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê ya di meha 150’yemîn a komkujiyê de daxuyanî da, diyar kir ku ronîkirina komkujiyê ji bo binpêkirinên din ên mafê jiyanê girîng e.
Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a li Strasbourgê re hevdîtin kir. Yureklî got: "Me cidiyeta rewşê û bendewariyên xwe ji wan re ragihand."