Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
Meşa Rêzgirtina li Îradeyê ya DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihişt Enqereyê. Partlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar axivî û wiha got: “Em ê rê nedin qeyûman. Heya ev bêhiqûqî vedikişe dê meşa me berdewam bike.”
Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
Tirkiye gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kir. Piştî êrişê li herêmê şewat derket.
Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî ya Tifaqa Pêşverû de axivî û wiha got: “Eşkere ye ku divê pêvajoya em jê derbas dibin jin hevdu himbêz bikin. Têkoşîna bêyî sînor a jinan, para me ya hevpar e.”
Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Malbatan diyar kirin ku heta tecrîd tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
Li navçeya Torbaliyê di qata zemînê ya avahiyekî de ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû. Di teqînê de 3 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
Ji ber ku Mehmet Nacî Yilmaz lihevkirina polîsê bi navê G.L. a “20 hezar lîreyan bexşê ji bo Komeleya Şehîd Gaziyan bike” qebûl nekir, du caran cezayê wî hat zêdekirin û salek û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn.
Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajar 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.
Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî êrişên li Amedê li dijî gel tên kirin da û wiha got: “Em dibînin ku zîhniyeta di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kirî dîsa derdikeve holê. Îro jî bi rêbazeke din û di bin parastina dewletê de derketin holê.”
Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li Stenbolê bi rojnamegeran re civiya. Tekçe, li dijî tayînkirina qeyûman peyama mezinkirina piştevaniyê da.
Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
Danişîna doza rojnameger Silêman Ehmed ku li Dihokê tê ragirtin, bi hinceta nexweşbûna dadger hate taloqkirin.
‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
“Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê daye destpêkirin dest pê kir.
Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
Wezareta Çand û Turîzmê li Wanê “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Wanê” li dar xist. Fîrmaya organîzator a paqijiya qadê nekirî, qad di nava gilêşî de hişt.
MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
MEB’ê bi “Rêziknameya vekirin û girtina saziyan” re destûr da kargehan ku dibistanan vekin.
Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zeynep Kinaci nirxandina “Manîfestoya jiyana me ye” dike û wiha dibêje: “Em ji bo xwe ji hêzên zalim ên neheq, çavtarî û ji bilî rûxandin û tunekirinê tu armancên wan tune ne biparêzin vî şerî dikin. Lê şerê me yê esasî ji bo wê ye ku wateyeke bidin jiyana xwe ya hatiye tunekirin.”
Çîroka birayên girtî yên nexweş
Birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû ku nexweşîna gurçikan, tansioyona zêde bi wan re heye û çavên wan baş nabînin û guhên wan giran bûne, ji ber biryarên ATK'ê nayên berdan.