Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
Welatiyên Amedê diyar kirin ku desthilatdariya heyî nikare aboriyê bi rê ve bibe û gotin: "Divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û hikûmeta ku niha sîstemê dimeşîne ji vir derkeve."
Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku prosedura ku CPT'yê ji bo Azerbaycanê sepandiye divê ji bo Tirkiyeyê jî heman prosedurê bide sepandin û got: “Li ser bingeha wekheviyê û azadiyê ji bo aştiyê têkildarî Ocalan divê qanûnek bê derxistin û were berdan.”
Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bertek nîşanî PDK’ê ya hevkariya êrişên li dijî Herêma Kurdistanê dike da, wiha got: “Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê helwestê nîşan bide.”
Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
Hilbijartiyên ku navçeya Varto ya Mûşê û navçeya Qelqelî ya Wanê hatin “Nobeta rêzgirtina ji îradeyê” re ku li Colemêrgê di roja 13’emîn de berdewam kir, domandin.
Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
Bi biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re Serokê Karên Îdarî yê Serokkomariyê Metîn Kiratli weke endamê AYM’ê hate tayînkirin.
Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
Meteorolojiyê ji bo 4 bajaran bi koda zer hişyariya barîna barana zêde kir.
Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
Rêxistinên ciwanan ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê meşa bi meşaleyî li dar xistin û 5 ciwan hatin binçavkirin.
25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
Ji ber pîrozbahiya 1'ê Gulanê 25 jê girtî 30 kes dihatin darizandin. Di danişînê de 25 kes hatin berdan.
Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
Nobeda li dijî qeyûm li Stenbol û Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku ew qeyûman li ser îradeya gelê kurd naxwazin û dê li dijî vê têbikoşin.
ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
HD’a Enqereyê şahiya salvegera 38’emîn a damezrandina xwe li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û got: “Ji her demê bêtir hewcedarî bi têkoşîna mafên mirovan heye.”
Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
Halîl Arslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtin, piştî 30 salan hat berdan.
Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kirin ku PDK şirîkatiya şerê li dijî kurdan dike û ev êriş li pêşiya statûya kurdan asteng in. Saziyan da zanîn ku ew li dijî êrişên Tirkiyeyê ne û siyaseta PDK'ê dûrî berjewendiyên kurdan e û rewşa PDK'ê têde ye wek "xiyanetê" pênase dikin.
Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
Raportora Taybet a NY’yê ya li Dijî Îşkenceyê Maeda Naoko der barê tecrîda li Îmraliyê de pirs ji şandeya Tirk kir. Şandeya Tirk a ku nikarîbû bersiva hiqûqî bide got: “Tecrîd tine, qedexe heye.”
DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
DEM Partiyê diyar kir ku tevî bi ser erdhejên navenda wan Mereşê re salek û nîv derbas bûne jî hêj jî xelkê herêmê mexdûr e û ji bo vê pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê.