Unsal: Divê şertên Abdullah Ocalan derbasî şertên muzakerevanekî bibin
Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku hewceye yasa û destûra bingehîn a rê li ber pirsgirêka Kurd vedikin tavilê bên guherandin û şertên Abdullah Ocalan jî weke şertên muzakerevanekî bên guhertin.
Şînên Denîz û Sevgî yên HPG’î bi girseyî hatin ziyaretkirin
Şînên endamên HPG’ê Mahsûn Denîz û Hidir Sevgî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Canpolat: Gava ewil azadiya Abdullah Ocalan e
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got ku ji vir şûnde gava ewil a ku divê dewlet biavêje, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
'PKK tişta dikeve ser milê xwe dike, gavneavêtina dewletê fikaran çêdike’
Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş, têkildarî biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd got: “PKK tişta dikeve ser milê xwe dike lêberê aliyê dewletê hêj tu gavên yasayî neavêtiye. Ev jî rê li ber fikaran vedike.”
Tahmaz: Ji bo pêvajoyê hewcehî bi yasayên taybet heye
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku daxwaza wî ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêj li holê ye û got ku ji bo pêvajoyê divê yasayên taybet bên çêkirin.
Kesên tev li konsera Koma Amed bûn: Ji bo azadiya Rêbertiyê ji her tiştî girîngtir e
Welatiyên tev li konsera Koma Amedê bûn, gotin: “Ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ji her tiştekî girîngtir e. Heta ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu ku tev li daxuyaniya li Qendîlê bû, diyar kir ku ew ne “aşiqê çekê ne” û bal kişand ser siyaseta demokratîk. Palu, got: “Heke şert û merc bên avakirin, dê vekişîn jî hinek hêsantir be.”
Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
Şînên gerîlayên YJA Starê Rewşen Kaçak û Kevser Renê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
Daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd a têkildarî vekişîna hêzên xwe, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
Di encama çalakiyên li dijî îdamê yên bênavber de rejîma Îranê neçar ma ku cezayê îdamê yê 5 siyasetmedarên Kurd betal bike.
Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê weke gaveke mezin nirxand û got: “Bi geşedanên diqewimin re êdî divê bikaranîna ‘mafê hêviyê’ were ragihandin.”
Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
Akademîsyen Hamît Ekîncî, diyar kir ku biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hêzên xwe ya li “Herêmên Parastina Medyayê” îşaret bi qonaxeke nû ya pêvajoyê dike û got: “Gava vekişînê, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike.”
Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum piştî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd daxuyanî da û got: “Wisa tê fêmkirin ku amadekariyên têkildarî hiqûqa pêvajoya veguhêz jî di nav de, hemle dê yek bi yek pêk bên û bi gavên xurt ber bi hedefê ve biçin.”
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hate kirin.