Li Silopiyayê teqîn çêbû
Li Silopiyayê teqîn çêbû

Li ser rêya Siyahkaya ya Silopiyayê teqîn çêbû. Hat ragihandin ku birîndar hene.

Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
Meclis dê ji bo Can Atalay bicive

Piştî serlêdanên partiyên siyasî, Serokatiya Meclisê bang li Meclisê kir ku ji bo nirxandina betalkirina parlamenteriya Can Atalay bicive.

Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di encama êrişên hêzên hikûmeta Şamê û hevalbendên wan Dîfa El Wetenî yên li gundewarê Dêrazorê pêk anîn de, hejmara birîndaran bûn 14 kes. Hat zanîn ku mizgeftek jî hat bombekirin.

Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir

Parlamenter Sirri Sakik di daxuyaniya têkildarî îstîfaya Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak de axivî û got: “Tu bi dengê gel hatî hilbijartin lê te îxbara gel kir, te xiyanetê kir. Tu yê çawa derkevî nava vî gelî?”

Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn

Di kongreya 5’emîn a TEV-DEM’ê de Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd wek hevserokên nû hatin hilbijartin.

Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin

Rêxistinên gelek bajar û navçeyan bi awayekî komî ji TÎP’ê îstîfa kirin.

Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersiv da pêşnûmepirsa têkildarî girtina welatiyên ji sedî 71 astengdar û yên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên kronîk hene û wiha got: “Di destê wezareta me de daneyên îstatîstîkî tune ne.”

TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike

TJA'yê têkildarî rewşa êzidiyan daxuyanî da û wiha got: "Em ê; ji bo êzidî di warê xwe de bi awayeke azad û aram bijîn, parastina mafên wan her bidomînin. Em di serî de bang li jinan û hemû gelên cîhanê dikin û vedixwînin piştgiriya bi êzidiyan re."

Hêzên Îranê kolberek din kuştin
Hêzên Îranê kolberek din kuştin

Li sînorê Serdeştê kolberek xelkê Mahabadê ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.

Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

Kesên di serdegirtina daweta li Esenyurtê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.

Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin

Endamê Rêveberiya Meclisa Dêrazorê Şêx Fethî El-Îteş bal kişand ser êrişên Tirkiye, rejîma Îranê û hevkariya wan û anî ziman ku HSD’ê gel ji êrişên van hêzan diparêze û wiha got: “Em jî wek gel, hêzeke ku li cem HSD’ê disekinin û em ê mil bi mil şer bikin.”

Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan

Di encama êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de 2 welatî birîndar bûn û zirarên mezin li milkên welatiyan bûn.

TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir

Di çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê de destê Aydin Aydogan hatibû şikandin. Aydogan, derheqê Suleyman Soylu de ku çalakî qedexe kiribû, serî li TÎHEK’ê da lê hate redkirin. Aydogan, got: “Dosyaya amade heye. Dikare biçe îfaeyê bide.”

Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e

Parêzerên ku tev li mitînga li dijî projeya madenê ya li Zozanê Hesandînê hatiye lidarxistin bûn wiha gotin: “Dê piştgiriya me ya bi gel re bidome. Bo xwe xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e.”

Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike

Parêzer Ahmet Atiş da zanîn ku ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çû Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê lê ji ber ku li dijî lêgerînê derketiye, nehiştine hevdîtinê bike. Atiş, got ku ev sepan binpêkirina hiqûqê ye.

< 686 687 688 689 690 > Rupel 688 / 5.358