Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
Di nûçeyeke ku Kovara Private Eye ya ingilîzan amadekiriye de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” hate pênasekirin.
Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
Balefirên bê mirov û biçek ên Tirkiyeyê vê sibehê bajaroka Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin.
Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
Şêwirmendê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî ragihand ku hejmara kesên ku ji Kampa Hol a li rojavayê Kurdistanê vegeriyane Iraqê nêzî 4 hezar kes in. Her wiha eşkere kir ku ji bo vegera koçberan a ji kampên li Hewlêr û Dihokê lihevkirin di navbera hikûmeta Iraq û Herêmê de hatiye kirin.
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serlêdan kir.
Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
Şaredariya Geverê ku du deman qeyûm tayinî wê hat kirin û milyarek TL deynê wê heye, tevî hemû taxrîbatên qeyûm jî rêveberiya DEM Partiyê bênavber xizmetê dike.
28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er ê ku 30 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, got: "28 sal in platîn di lingê birayê min de ye. Lê ji ber ku baş nayê dermankirin her diçe demarên lingê wî yê çepê zirav bûne."
Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
Emîne Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê ji Rihayê veguhest ber Wezareta Dadê, de çalakiya xwe ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dabûyê li ber Serokatiya Meclisê bidomîne.
Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an serî li CPT’iyê da. Buroyê diyar kir ku prosedura ji bo Îmraliyê nayê bicihanîn ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn û xwest bi lezgînî serdanek ad hoc ango xweser li Îmraliyê pêk bîne.
Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
Girtî Halîl Yildiz piştî 30 salan hat berdan. Yildiz ê ku ji Girtîgeha Metrîsê hat berdan li Êlihê bi coş hat pêşwazîkirin.
Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Îzmîrê bi malnişînan re civiya, anî ziman ku ger malnişîn bixwazin dikarin desthilatê jî biguherînin û got: "Derdê me yek e. Divê em hesab ji vê pergala bêrûmet bipirsin."
Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
Nobeda li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê 65 roj li dû xwe hiştin. Girseya ku beşdarî nobedê bû, diyar kir ku wê rê nedin qeyûman û got: "Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin."
Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên nîjadperest ên li dijî zimanê Kurdî û kedkarên Kurd got, “Em ti carî êrîşên nîjadperest ên li dijî kedkarên Kurd, ziman û çanda Kurdî qebûl nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê lê bin, ziman û nasnameya xwe biparêzin.”
Li Qamişloyê êriş
Li Qamişloyê di navbera Nexweşxaneya Dil û Çav û Postaxaneyê de êrişek hate lidarxistin.
Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
Hevserekê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Tarsûsê axiviye, banga dawîkirina tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîd dibe sedema kurbûna pirsgirêkên li welat.”