Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
Xebatên ji bo dîtina Narîn Guranê ku li navçeya Rezanê winda bûbû, didomin. Kekê Narînê ji ber hin gumanan hatibû binçavkirin. Lê belê ATK'ê şuna gezkirinê ya li ser milê kekê Narîn tespit nekir ku aîdê kê ye.
Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
Parêzer Hazal Bilgîlî di Metroyê de bûye şahida tundiya zarokê Sûriyeyî, destnîşan kir ku du zilam li zarok dane û ji bo doza cemaweriyê were vekirin, gilî kir.
Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser wêneya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi pêkhatiyên tifaqa xwe ya li Meclisê û fermandaran re li Milazgirê kişandiye û wiha şîrove kir: “Di wê wêneyê de peyamê dan têkoşîna azadiyê ya kurd. Em jî dibêjin ku çi bibe bila bibe, dê têkoşîna kurd bi ser keve.”
Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
Partlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin têkildarî zarokên winda Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê vexwend civîna awarte.
Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji bo çalakiya 1’ê Îlonê bang kirine, destnîşan kirin ku desthilat bi polîtîkayên xwe yên şer gefê li pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn dixwe, bûye pirsgirêkekî kurewî û wiha gotin: “Aştî di berxwedana gelên bindest de ye.”
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku rapora xesara erdhejê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê 18 meh in nehatiye eşkerekirin.
Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural piştî beşdarî merasîma cenaze bû, hat binçavkirin.
Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
Rêveber û parlamenterên DEM Partiyê serdana Hewş Kafe ya k udu caran bi êrişan re rû bi rû ma kirin û gotin: “Hûn ne bi tenê ne em li vir in. Wan vî bajarî bi dest nexist û wê nexin jî.”
Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana çalakiya Emîne Şenayaşar kir û bang li Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş kir û ev pirs kir: “Were cem dayikê, çima tu xwe bêdeng dikî?”
Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ya ji hêla Tirkiyeyê ve li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, piştî merasîma li Parka Azadiyê hat lidarxistin, ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin.
Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
Fermandariya hêzên asîmanî yê Iraqê ragihand ku beriya çend kêliyan hêzên wan li asîmanê Kerkûkê bi 5 muşekan balefirek bê mirov a Tirkiyeyê xistine xwarê.
Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl daN li Çil Axa dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên Tirkiyeyê re bimeşînin. Berxwedana pêşî li dewriyeya hevbeş girt. Her wiha panzêreke hêzên Rûsyayê pê li xwepêşandêrekê kir.
Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
Cenazeyê rojnameger Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin û li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîma cenazeyê tê li darxistin. Cenazeyê Tarayê dê piştî merasîma cenazeyê ber bi Êlihê ve were oxirkirin.
Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
Danişîna doza çalakvana kurd Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin, bi hinceta ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê cara duyem hate taloqkirin.
Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
Parêzerê OHD'î Zekî Bînbîr diyar kir ku hê jî Wezareta Dadê bersiva serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nedaye û got ku divê her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê deng derxe.