Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
Bi sedan parêzerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li AYM’ê dabûn, ji ber ku derheqê serlêdana wan de biryar nedaye, AYM’ê protesto kirin. Parêzeran ji AYM’ê re gotin: “Berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
Hayrettîn Ekîncî ê 30 salan di girtîgehê de ma û tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin.
Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
20 xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên ji ber tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûbûn bi hinceta “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” hatin darizandin beraet kirin.
DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê bang li mamosteyan û UNESCO'yê kir ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin.
Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ji bo betalkirina qanûna cezayê hefsê ya “heta mirinê” ku li Abdullah Ocalan û gelek girtiyan hatiye birîn, pêşniyarqanûn dabû. Aslan, aqûbeta vê pêşniyarqanûnê ji Serokê Meclisê pirsî.
Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
Yek ji girtiyên nexweş ku Fevzî Arslan ku mejiyê wî dihele, ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nekir, naşînin nexweşxaneyê. Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Arslan were tedawîkirin û sepana lêgerîna nava dev bi dawî bibe, serî li Wezareta Karên Hundir dan.
Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
Polîsê teqawid Fîkret Bala li Sêrtê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
Li Êlihê li ser serlêdanên ji bo girtî Nûrettîn Dayan ê ku nexweşiya penceşêrê ya pişikê pê re heye hatin kirin biryar hate dayîn ku înfaza wî 6 mehan were taloqkirin.
Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 3 kes hatin binçavkirin.
Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
Cezayê Abdurrahman Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gemîcîoglû ku nexweşiyên wî yên giran hene, bi ambulansê sewqî Girtîgeha Wanê hate kirin. Karûbarên ketina girtîgehê yên Gemîcîoglû di ambulansê de hatin kirin û piştre birin nexweşxaneyê.
Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
Li Arjantînê, di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
Amediyên ku gotin “Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û zindanan vala bikin” ji bo mitînga ku dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan bê lidarxistin bang kirin.
Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku cezayê muebeda giran "îşkence ye" û got ku ji bo pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de pêdivî bi muxalefeteke xurt heye.
Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
Li Qersê ji ber kêmasiya bijîşkan li 2 nexweşxaneyan 15 beş hatin girtin û alavên tenduristiyê hatine ber rizîbûnê. Prof. Dr. Barlas Sulu diyar kir ku li Qersê negihîştina xizmeta tenduristiyê bûye sedema koçberiyê.