Li Tatosê projeyên ji bo jinan
Şaredariya Tatosê Erziromê ji bo jinan bêhtir tevî jiyana aborî û civakî bike projeyên xwe amade kir, li Meclisa Şaredariyê hatin qebûlkirin û starta xebatên xwe da.
Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
Rojnameger Mutlu Çîvîroglû diyar kir ku DYA ya ku ewlehiya Îsraîlê esas digire dê bi Trump re bi awayekî xurt vegere Rojhilata Navîn û wiha got: “Dibe ku ev rewş ji bo kurdan rê li ber firsendên nû veke. Rastiya li Washingtonê teşe digire li gorî daxwaza Tirkiyeyê nîne.”
Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya rewşa hewayî de ji bo bajarên bakurê kurdistanê hişyariya barînê kir.
'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
Elewiyê ereb Kerem Nalbant ê ji Hatayê hat û tevlî berxwedana Xelfetiyê bû, bal kişand ser paradîgmaya neteweya demokratîk û got: "Dawiya dawî wê vîna vî gelî bi ser bikeve."
Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, ji ber ku silav daye muwekîlê xwe wî H.A ku li heman girtîgehê girtî ye, der barê wî de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.
Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
Hacer Yurulli ku li Qersê qazan xwedî dike, diyar kir ku ji ber çewlikên qazan ên hatine avakirin û zêdebûna lêçûnan ew zehmetiyê dikişînin.
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ku ji bo îfadeyê çûn emniyetê, hatin binçavkirin.
Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna endamê HPG’ê Muhammed Eser a li navçeya Farqînê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
Kesê bi navê Cîhan Oral li Bedlisê bi ser mala Ayşe Înceyol de girt û 3 kes qetil kir. Bi ser komkujiyê re 8 meh derbas bûn lê faîl Oral hêj nehatiye girtin.
Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin di roja 15’an de didome.
Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku di mitînga Kolnê de peyama “Navnîşana çareseriyê li Îmraliyê ye” hatiye dayin û wiha got: “Heta Rêber Apo azad dibe dê ev têkoşîn pêl bi pêl mezintir bibe û bidome.”
Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
Parêzerên Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku niha girtî ye, dê serî li AYM’ê bidin.
Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
Polîsan bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenuytê de girtin.
Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
Welatiyên beşdarî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê bûn diyar kirin ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de ji dil nîne û wiha gotin: “Muxatabê aştiyê, Abdullah Ocalan e.”