Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got: "Divê raya giştî ya cîhanê ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê bikeve nava liv û tevgerê."
DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
Navenda Giştî ya DBP'ê têkildarî êrişên li ser Rojavayê destnîşan kir ku tu hêz nikare îradeya gelê Rojavayê bindest bike wiha bang kir: "Rojava qada jiyana hevpar a gelan e. Dev ji êrîş û planên xwe yên bi xwîn berdin!"
Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
Amedspor ku bi boneya Hefteyê Mafên Mirovan bi pankarta "Mirov bi mafên xwe mirov e" daket qadê, Şanliûrfasporê 2-1 têk bir.
Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
Tirkiye û komên girêdayî wê gundê Kuneftar ê Kobanê bombebaran kirin. Di êrişê de 2 zarok hatin qetilkirin.
Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
Berdevka Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal diyar kir ku îdîayên ku dibêjin Minbic hatiye dagirkirin ne rast in û anî ziman ku li Minbicê destanek tê nivîsandin û berxwedaneke dîrokê tê meşandin.
Li Til Temirê SÎHA hat xistin
Hêzên QSD’ê balafira bêmirov a bi tîpa ANKA ya Tirkiyeyê ku amadekariya êrişê dikir xistin xwarê.
Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di nava 11 mehên sala 2024’an de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
Polîsan nehiştin hevşaredarên Êlihê û endamên meclisê derbasî avahiya şaredariyê bibin. Hevşaredar Yeşîl Işik bertek nîşan da û got ku îktîdara destûra bingehîn nas nake êdî rewa nîne.
Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
Di nava salekê de ji bo Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin.
Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
Dewleta tirk li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê wesayîteke sivîlan hedef girt û di êrişê de 3 sivîl birîndar bûn.
Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
DEM Partiyê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got ku îktîdara AKP’ê êrişî hebûna gelê kurd dike.
Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
Heyeta ku ji nivîskar û hunermendan pêk tê serlêdana hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kir û heyetê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.