‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran diyar kirin ku ji bo çareseriyê pêdivî bi fikrên Abdullah Ocalan heye û xwestin ku ji bo Abdullah Ocalan rola xwe bilîze şert û mercên guncav bên amadekirin.
Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
Hejmara 263’yemîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojava dilê Kurdan e” derket.
Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li Nisêbîn, Pirsûs û Hatayê meş bên lidarxistin.
Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
Melayên beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bûn, wiha gotin: “Çawa ku nimêj li ser kesên ji xwe re dibêjin 'bawermend' ferz be, têkoşîna wan a ji bo mazluman jî ewqas li ser wan ferz e.”
Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
Jina bi navê D.K., der heqê parêzer Osman Taşdemîr de ku endamê Baroya Stenbolê ye û bi gotinên zayendperest Başak Demîrtaş jî hedef girtibû, ji ber sûcê “gefên sîstematîk, tacîz û heqaretê” serî li baroyê da. D.K., xwest ku der heqê Taşdemîr de lêpirsîna îdarî were vekirin.
Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
Abdo Yaginli di sala 1995’an de hate windakirin. Tevî ku cerdevanan îtîrafa “me kuştiye” kiribû jî lêpirsîna derheqê Yaginli de bi hinceta demborînê hate girtin.
'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye û wiha got: “Lê yên ku ji çareseriyê re ne amade, spekulasyonan dike û hewl dide serê gelê Kurd tevlihev bike, dewlet bi xwe ye.”
OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
OHD û MED TUHAD-FED’ê bal kişand ser zext û binpêkirinên di nava salê de li girtîgehan hatine kirin û wiha got: “Di çarçoveya mafê hêviyê de hewceye pêvajoya hiqûqî ya derheqê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din ên di rejîma muebbeta girankirî de tên ragirtin, tavilê were destpêkirin.”
Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de çalakvanan bal kişandin ser peyama Abdullah Ocalan û hat xwestin ku muxatab, peyama ji Îmraliyê hatiye esas bigirin.
'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin de hat diyarkirin ku divê îradeya çareserî û aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas were girtin.
DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
MKG û DFG ji bo piştevaniyê dê ji bo 7 rojnamegerên girtî re pirtûk û nameyan bişîne.
Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên rojnamegeran û partiyên siyasî bi girseyî çûn serdana çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin.
Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
Parlamenter Pervîn Buldan diyar kir ku piştî 10 salan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û wiha got: “Moralê wî xweş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên xwe jê re ragihînin.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari diyar kirin ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser esasê aştî û çareseriyê balê dikişînin ser berpirsyartiyeke dîrokî û gotin ku Meclis, girîngtirîn zemîna vê pêvajoyê ye.