Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Dayika Kaymaz, Makbula Kaymazê got: “Kurê min ger bijiya dê 33 salî bûya.”
Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, diyar kir ku ji bo mafên neteweyî û di mijara demokratîkbûnê de dixwazin bi Şamê re lihev bikin. Îlham Ehmedê ji bo Tirkiyeyê jî got: “Pêdivî bi zîhniyeteke nû heye. Berjewendiyên hevpar hene.”
Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
Parêzer Erdal Kuzu, diyar kir ku doza Ugur Kaymaz veguheriye dozek binpêkirinan û got: “Ger pêvajo bi ser bikeve divê ji bo bicîanîna daxwazên kesên bi binpêkirinan re rû bi rû mane mekanîzmayên nû bên afirandin.”
3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
Hevserokê Çukurova GOÇ-DER'ê Mehmet Alî Oral diyar kir ku heta cerdevanî, deverên mayinkirî û qedxeyên li ser mêrgn neyên rakirin, pêvajo pêş nakeve û got: "Sê milyon kes ji bo vegera li gundên xwe li benda çareseriyê ne."
Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
Ji qurbaniyên Komkujiya Helebceyê yên ku di çarçoveya projeya "Gundbajar" a li Mûşê hat çêkirin û paşê veguherîn kampan çar salan man, tenê gorên wan man. Niha xelkê Mûşê xwedî li van goran derdikeve.
Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
Zeyneb Celaliyan ku 20 sal in li Girtîgeha Yezid tê girtin, tevî ku 3 hefte li ser emeliyata wê re derbas bûye jî nayê dermankirin û ji kontrolên tenduristî bêpar tê hiştin.
AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
AKP ku bi rojeva serdana Îmraliyê civiya, ragihand ku dê Tifaqa Cumhur dengê erênî bide.
Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bal kişand ser civîna komîsyona li Meclisê ku dê bi rojeva serdana Abdullah Ocalan bê gel hev û got: “Ya rast û pêwîst ew e ku hemû partî ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re nekevin nava fikaran û bi erênî nêz bibin.”
Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
Li gelek bajaran bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser peymanên navneteweyî û daxwazên ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan hatin rêzkirin.
Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
Selahattîn Demîrtaş bi peyamekê got ku di rojên dawî de hinek siyasetmedar gotinên wî nekirine weke wî gotibûn parve dikin û got: “Ji vir şûnde ji bilî hevalên xwe ez ê bi siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinan nekim.”
Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
Burak Ercan ê ku li navçeya Cizîrê li gelek zarokan tacîza zayendî kiribû di Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de hat beraetkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, bertek li dijî beraetê nîşan dan û peyama têkoşîna li dijî polîtîkayên bêcezakirinê dan.
Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
Doza rojnamegeran, ji bo parastina nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ku du dosyayên wî hatin yekkirin, hate taloqkirin.
Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
Nûnerê Amedê yê Kovara Gerçekê Namik Taranci di sala 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
Danişîna Sadun Vural ê ku li Silopiyayê di dîrokên cuda de li dibistanekî amedehiyê li 6 xwendekaran tacîza zayendî kiribû, bêyî ku bê lidarxistin, hat taloqkirin.