Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
Çetîn Tutkun ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, ji malbata xwe re got ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye hatiye derbkirin.
Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku li bendê ne îro li Amed, Mêrdîn û Rihayê berf bibare û welatî hişyar kir ku tevdîrên xwe bigirin.
Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger di serdegirtina malê de hate derbkirin û binçavkirin.
Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama bomberbarana dewleta tirk a li ser sûka Sirînê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Bi vê re hejmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 13’an.
Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
Hevserokên berê yên DEM Partî yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin tahliyekirin.
Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu li Dêrsimê di civîna gel de axivî û got ku ji bo wan tişta girîng, avakirina pêşerojeke azad e.
Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
Danişîna doza Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hate taloqkirin.
Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
Bi boneya 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li navçeya Samandagê meş hat lidarxistin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de peyama “Ev ne karesat lê komkujî bû. Em ê jibîr nekin û hesabê ji îktîdarê bipirsin” hate dayin.
Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera erdhejê de axivî û got: “Ewqas welatiyan ji ber polîtîkaya rantê ya îktîdarê jiyana xwe ji dest dan. Îktîdarê çi kir? IBAN da û Heyva Sor a Tirk jî kon firotin.”
Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Semsûrê axivî û wiha got: “Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn. Ev derfete ji bo serokê HTŞ’ê bi mehfûra sor bê pêşwazîkirin tê bikaranîn lê ji bo kedkar, xizanên Semsûrê, ji bo Elewiyan û Kurdan nayên bikaranîn.”
Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
Dewleta tirk navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê bi balafirên şer bombebaran kir.
Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
Ji 44 welatan hezar û 200 kesan ji bo rejîma Îranê biryara xwe ya ji bo darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî dabû betal bike û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.
Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Wirya Hemê Kerîm li Silêmaniyeyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
Li gorî rapora binpêkirinên mafan ên meha Çileyê ya MKG'ê; 4 rojnamegerên jin hatin girtin, rojnamegerek hate qetilkirin û 31 hesabên medyaya civakî jî hatin astengkirin.