Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî konferansa “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” bû. Bakirhan, di konferansê de got ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne tercîh lê mecbûriyet e.
Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
Bernameya serdanên partiyên siyasî ya DEM Partiyê ya Cejna Remezanê diyar bû.
10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
10 kesên bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestoyî li Îzmîrê hatin binçavkirin û girtin, li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê hatin derbkirin.
Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
Hêzên ewlekariyê yên Zanîngeha Anadoluyê nahêlin rojnameger ji bo şopandina çalakiyên xwendekaran têkevin hundirê zanîngehê.
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
Rojnameger Yagiz Barût ku dema nûçe dişopand hatibû binçavkirin, hate berdan.
Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
Hat ragihandin ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyona li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, hezar û 879 kes hatine binçavkirin û 260 kes jî hatine girtin.
BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
BAC’ê da zanîn ku rojnameger Muhammed Usman Khan dema çalakiyên li Kettayê dişopand hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin.
Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê careke din têketin û derketina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.
Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
Hejmara kesên di şewata Hotêla Kervansarayê ya li Uludagê de jiyana xwe ji dest dayin derket 2’yan.
Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
Parlamenterê Swîsreyî Nicolas Walder bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Divê dewleta Tirk jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje. Gava ewil jî divê azadiya birêz Ocalan be.”
Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
Welatiyên Kirşehîrî ku piştî salên dûr û dirêj Newroz pîroz kirin, wiha gotin: “Em bi banga aştiyê ya Rêbertiyê re ne. Me Newroza xwe bi hêviya aştiyê pîroz kir.”
7 rojnameger hatin berdan
Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin berdan.
Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, ji ajansa me re name şand û got: “Tevî sepanên dijdemokratîk jî hêviya me ya ji bo jiyaneke adilane didome.”