Ahmet Turk: Wefata Onder windahiyeke mezin e
Ahmet Turk ji bo Sirri Sureyya Onder wiha got: “Windakirina Onder ê hêja, windahiyeke mezin e. Wî xwe fedayî aştî, xwişk-biratî û dostaniyê kiribû.”
Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê şand û got: "Bi xemgîniyeke mezin me agahiya koçkirina wî bihîst, me dengekî azad û mejiyekî ronî winda kir, lê mîraseya wî ya têkoşînê di bîranîna gelên ku ji bo wan têkoşiyan de bijî."
Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî, derbarê koça dawî ya Sirri Sureyya Onder de peyamek weşand û got ku gelê kurd dostekî rastîn û hevrêyekî dilsoz winda kir.
Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr ê herêmê Qubad Talabanî ji bo Sirri Sureya Onder peyama sersaxiyê weşandin.
Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzani di peyama sersaxiyê ya ji bo Sirri Sureyya Onder de got: “Wî beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo xebatên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê hêjayî rêz û hurmeteke mezinin.”
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê ji malbat, dost û hezkiriyên Sirri Sureyya Onder re şand û got: “Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.”
Ji bo Onder şîn hat danîn
Ji bo Sirri Sureyya Onder ê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet şîn hat danîn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên girseyî li dar xistin.
Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
Di panela aştiyê ya ku bi pêşengiya KESK’ê hat lidarxistin de hat diyarkirin ku jin ji pêvajoyê hatine dûrxistin û wiha hat gotin: “Dema em li mînakên gelek deverên cîhanê dinêrin, mixabin ne pêkan e ku pêvajoyeke aştiyê bêyî jinê civakî û mayînde bibe."
Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
Mehmet Şahînê ku piştî 30 salan serbest hat berdan, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li girtîgehan bi coş hatiye pêşwazîkirin û got: "Hêviya me, serketina vê pêvajoyê ye."
Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeya KNK’ê serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê kir. Di hevdîtinê de krîza li Sûriye û Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan hatin nîqaşkirin.
Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de li aqûbeta Omer Sogut, Ahmet Tekîn hat pirsin û îşaret bi politikaya bêcezatiyê ya di dosyeya Sertîp Şenê di sala 2019'an de hat qetilkirin, hat kirin.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 49 an de li Qada Galatasarayê ji bo kiryarên Husemettin Yaman û Soner Gul bên dîtin û cezakirin, daxuyanî dan û xwestin ku kujer bên darizandin.