Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
Şaredarên CHP’ê û gelek kesan serdana şîna endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê kirin.
Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
Xizmên windayan di çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de li aqûbeta kesên di dîrokên cuda de di bin çavan de hatine windakirin û pirsîn. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray, bal kişand ser pêvajoyê û got ku divê dewlet gavan biavêje.
Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
Dayikên Şemiyê ku ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ê beriya 31 salan di binçavan de hat qetilkirin doza edaletê kirin, bang li Erdogan kirin ku soza xwe ya ji bo darizandina kiryaran bi cih bîne.
Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Kesên ku di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 115'emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn.
Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgînê bi bîr anî û got: “Hozan Mizgîn hem bi huner hem bi têkoşîna xwe bû dengê gel, şoreşger û hunermendeke nemir.”
Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
Li Amedê “Înîsiyatîfa Yekitiyê” ku ji nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî, rûspî, oldar û kesayetan pêk tê hat ragihandin. Di civînê de hate xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, aştiyeke mayînde û civaka demokratîk piştgiriya inîsiyatîfa were kirin.
Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
Li Herêma Besta ya Şirnexê li mezrika Kanîferşikê bi destura leşkeran dest bi birîna daran hat kirin. Hat hînkirin ku 10 roj in dar tên birin.
Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe, xizmên girtiyên nexweş Şukriye Yanîk û Abîde Bayramê diyar kirin ku yek ji pêdiviyên aştiyê berdana girtiyên nexweş e.
Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Meclisa Kirmanckî îlan kir.
Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
Leyla Zana ku piştî daxuyaniya PKK'ê li ser hesabê xwe yê X'ê parvekirinek kir û got, "Divê em bi vê hişmendî û hesasiyetê nêzî pêşerojeke demokratîk, wekhevîxwaz, adîl û azad bibin."
Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser kongreya PKK'ê axivî û wiha got: "Avakirina bingeha demokratîk û hiqûqî wê bibe pêşketina herî girîng a ku pêwîstiya welat pê heye. Îro, ne roja dawî ye; am şahidên destpêkeke nû ne."
DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
DEM Partiyê têkildarî daxuyaniya PKK’ê ya der heqê kongreyê de daxuyanî da û got: “Em îro şahidiya qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê dikin.”
Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan kongreya PKK’ê wek kongreyeke dîrokî pênase kir û anî ziman ku ji Abdullah Ocalan re 'ragihandineke teknîkî' çêbûye û wê Erdogan têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.
Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Amedê de 7 xwendekar hatin binçavkirin.