Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
Daîreya Bacê ya Dîlokê, bi hinceta deyna xwarinê yê Mehmet Bozan Karayilan ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat tehliyekirin, dest danî ser bûrsa keça wî ya xwendekara zanîngehê.
Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
Jinên ku der barê tora fihûşê ya li Dêrsimê hat aşkerakirin axivîn, anîn ziman ku ev encama polîtîkayeke bi zanebûn e û banga têkoşînê kirin.
Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
Avahiya Tekelê ya dîrokî, piştî restorasyona bi salan ji aliyê qeyûm ve dewrî Wezareta Karên Derve hat kirin.
Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
Siyasetmedar Azîme Işikê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê bê qebûlkirin û girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin.”
Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Li Helebê hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re bike.
Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
Siyasetmedar Declan Kearney ê ku qala pêvajoya Îrlandayê kir, diyar kir ku tevlîbûna civaka sivîl û girseyê ji bo pêvajoyê girîng e û got: “Ji bo gelê Kurd aştî, azadî û demokrasî. Ji Abdullah Ocalan re azadî.” Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès Garcia jî got, "Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye."
Dermankirina rojnamevan Aykol didome
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku sê caran xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.
Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
Nêçîrvan Barzanî ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re peyamek şand û got: “Avakirina aştiyê ya li Tirkiyeyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike.”
Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
Doç. Dr. Arzû Yilmazê diyar kir ku domandina pergala netew-dewletê dijwar e û got: "Entegrasyona demokratîk a ku Abdullah Ocalan qala wê dike, bingeheke girîng wekî formulek ji bo hevjiyana aştiyane di çarçoveya aboriya herêmî ya nû de pêşkêş dike."
Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
Senatorê Efrîqaya Başûr Mohamed Bhabha, di “Konferansa Navneteweyî” de axivî û tecrûbeyên welatê xwe parve kir. Bhabha, got ku piştî rewşa qanûnî guherî wan di şertên wekhev de dest bi guftûgoyê kir û got: “Ji kêliya em qanûnî dîtin ve êdî qonaxa sereke dest pê kir.”
Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê aqûbeta Mehmet Guler pirsîn û di çalakiya li Colemêrgê de jî hat xwestin ku kujerên Rojhat Ozdel bên darizandin. Li Rihayê hat xwestin ku aqûbeta Faîk Kevcî were aşkerakirin.
Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê Yûnûs Ozak ê ku ferzkirina "nizama leşkerî" qebûl nekiriye, 10 gardiyanan êrişî wî kiriye.
Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
Şînên endamên HPG'ê Cîhan Yîgît û Ferman Turgut ên li Şirnex û Wanê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.