Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Dûmlûyê girtî ye, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku binpêkirina mafên wan zêde bûne.
Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
Danişîna doza rojnameger û siyasetmedarên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê tên darizandin, bi hinceta ku şahid tev li nebûne hate taloqkirin.
Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
Li Wanê jinan bertek nîşanî betalkirina protokola bi Baroya Wanê re dan ku di serdema DEM Partiyê de ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi jinan re hatibû mohrkirin.
Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
Girtiyekî edlî ku biribûn qawîşa girtiyên siyasî, di qawîşê de şewat derxist. Girtiyan, gilî kirin.
Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
Di danişîna doza Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdagê de biryara tehliyeyê hate dayin.
DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
DEM Partiyê têkildarî hevdîna bi MHP’ê re kiribû daxuyanî da û destnîşan kir ku divê mijara çareseriya pirsgirêka Kurd li meclisê bê axaftin.
Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be. Bila rêya me komara demokratîk be. Rêyeke ku Kurd, Elewî tê de wekhev dijîn bila rêya me be.”
Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
Di danişîna ewil a doza Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polatê de biryara tehliyeyê hate dayin.
Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re dest pê kir.
Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
DEM Partî û AKP dê sibe saet di 15.00’ê de hevdîtinê bikin.
29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
Nefîse Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe ku di sala 1996’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, dê serî li ÎHD’ê bide.
Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
Serokê Giştî yê SES’ê Mehmet Siddik Akin bandora aştiyê ya li ser tenduristiya civakê axivî û got ku aştî ji bo tenduristiya civakan pir girîng e.
Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
Rojnameger-nivîskar Aykan Sever diyar kir ku fikra “civaka demokratîk” a di banga Abdullah Ocalan de cih girtibû dikare di navbera gelan de bibe pirek.
Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
Rêveberên ÎHD û OHD’ê destnîşan kirin ku di pêvajoya nû de tişta ji ewil divê bê kirin rakirina TMK’ê û berdana girtiyên nexweş e.