Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
Li navçeya Qoserê trafoya ceyranê teqiya û ceyrana 115 gundan çû.
BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
Li gorî daneyên BÎSAM’ê; ji bo malbateke 4 ferdên wê hene pêdivî bi herî kêm 81 hezar û 686 lîreyan heye û lêçûnên pêdiviyên sereke yên şexsekî weke 37 hezar û 912 TL ragihand.
Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê navê Sirri Sureyya Onder li parkekê hate kirin.
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê avakirina xwe ragihand.
ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz, di serî de Felem Aker ku piştî emeliyatê şandin girtîgehê, ji bo berdana hemû girtiyên nexweş bang kir.
Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
Ji bo endamê HPG’ê Ethem Kocaman ku di pêvajoya agirbestê de jiyana xwe ji dest da, şîn hate danîn.
Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
HPG’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên bi hemû cureyên çekan ên hewayî û bejahî berdewam in.
Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
Rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.
Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
Siyasetmedarê Kurd Ferîdun Yazar di 9’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
Polîsên Iraqê li bajarokê Girzerik ê Şengalê dest danîn ser avahiya Şaredariya Gel.
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
Serlêdanên ji bo 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir.
Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
Mehmet Abay yê ku keça wî di şerê li hember DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku gelê Kurd rexmê êşên mezin aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê hewcedarî bi jidilbûnê heye û xwest ku dewlet ji bo aştiyê gav biavêje.
Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
Welatiyên Wanê bertek nîşanî paketa darazê dan, xwestin girtî werin berdan û gotin ku neberdana girtiyan baweriya wan dişikîne.
Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
Yek ji rêveberên kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” û Berdevka Navneteweyî ya Sendîkaya Perwerdeya Neteweyî ya Ingilistanê Louise Regan, diyar kir ku ji bo pêvajoya nû pêş bikeve divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve were berdan.
Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
Parêzer Jiyan Ozkaplan, ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu ku dê sibê bê darizandin got, "Îdîanameyek bêhiqûqî hatiye amadekirin û ev yek li hemberî rojnamegerekî wekî tacîza darazê tê bikaranîn.”