Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
Li taxa Yenîkoy a girêdayî navçeya Foça ya Îzmîrê, agir bi daristanê ket. Bi tesîra bayê ve agir gur bû û avêt taxa Ilipinarê.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn û diyar kirin ku ji bo sûcên hatine kirin ronî bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.
Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku 5 caran tehliyeya wî hatibû taloqkirin tehliye bû.
Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
Di çalakiya xizmên windayan de ji bo kujerên Mehmet Siddik Baysal, Hamît Pamûk, Mehmet Emîn Ayhan û Îsa Gok bên aşkerakirin bang hat kirin.
Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
Endamê Meclİsa Partiyê ya DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di bîranîna xizmên xwe yên li Pirsûsê hatin qetilkirin de axivî û got, "Bêyî ku em rabirdûyê ji bîr bikin, ji bo aştiyê em ê her tiştî tehemûl bikin.”
Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Amedê dest bi serdana partiyên siyasî kir diyar kir ku hevdîtina Abdullah Ocalan a bi lîderên Kurd re wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.
Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
Serokê Komeleya Muxtarên Farqînê Mûrat Ateş, di encama êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da.
Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
Saziyên civakî yên Şirnexê têkildarî destdirêjiya li hemberî zarokan daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin kiryar bên cezakirin.
Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
Serokên Baroyên 15 bajarên Kurdistanê wê li Enqereyê bi serokê parlamentoyê û partiyên siyasî re li ser xebatên destûra bingehîn û rojeva pêvajoyê rêze hevdîtinan pêk bînin.
Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
Li Rihayê welatiyên Tirkmen, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin, diyar kirin ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan tam e û ji bo jiyaneke bi hevre divê dewlet gav biavêje.
Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
Endama Platforma Mafên Penaberan Dr. Yildiz Onen diyar kir ku koçber ji ber provokasyona hin partiyan û krîza aboriyê rastî nîjadperestiyê hatine û got, "Penaberî mafekî însanî ye. Divê mafê penaberan bê dayîn ku weke penaber bên qebûlkirin."
Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
Welatiyên ku bi şewata gundan re koçî Mexmûrê kiribûn, diyar kirin piştgirî didin banga Ocalan û destnîşan kirin ku firsenda ji bo aştiyê hatiye avakirin divê ji dest neçe.
Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
Welatiyên Dêrsimê diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin bimeşe divê operasyonên leşkerî rawestin û li meclisê komîsyon bê avakirin.
Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
Di serdemeke welê de ku polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi 'şîdet, zext û asîmîlasyonê' bi ser neket û rê li ber çareseriya aştiyane vekir, hikûmet bi dudiliya xurtkirina rêveberiyên herêmî yan jî xistina bin desthilatdariya xwe re rû bi rû ye.