Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
Li Colemêrgê, polîsê hêza taybet Bahadir Tûran ku bi qûndaxa çekê Seyfûllah Tûran ê 14 salî birîndar kiribû, ji kar hate avêtin.
Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
Denîz Poyraz di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de soza mezinkirina têkoşînê hat dayin.
PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya PJAK’ê Zegrus Enderyarî diyar kir ku ew ne aliyekê şerê Îran-Îsraîlê ne û got: “Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin. Em li her qadê amade ne, rêxistinkirî ne.”
ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku rewşa wî kritîk e, ji bo ATK’ê serlêdan hate kirin. ATK’ê cara duyemîn rapora “Rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e” da.
Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
Sema Yuce ku li dijî zextên ser gelê Kurd di sala 1998’an de xwe şewitandibû, di 27’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re dikare xwe ji vê bahozê xelas bike.”
Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan xwestiye hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de bên lezkirin û ji bo DEM Partiyê jî gotiye: “Ji bo siyaseteke berfireh bidomîne gelek firsend jê re çêbûn. Divê potansiyela xwe derxîne holê.”
Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
Kesê bi navê H.Î. ku ji ber tacîza zayendî ya li dijî zaroka xwe dihat darizandin, tevî rapora pisporan jî di danişîna ewil a dozê de bi îdiaya “delîl kêm in” hate berdan.
Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
Tehliyeya Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr bi hinceta “li qawîşa rêxistinkirî dimîne” hate taloqkirin.
Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 6 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand.
4 rojnameger hatin girtin
4 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
Kemal Ozelmali ji ber nexweşiya Wernicke Korsakoffê, pirsgirêka jibîrkirinê dijiya û bi vê sedemê hatibû berdan. Ozelmali ku ji ber vê pirsgirêka xwe ji bîr kir îmzeyê biavêje, dîsa hatibû girtin. Tevî vê nexweşiyê jî înfaza Ozelmali tê şewitandin û bi hinceta lêgerîna nava dev red dike, nayê berdan.
Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
Bêrîvanên ku li Zozanên Feraşînê bi sewalkariyê ve debara xwe dikin, diyar kirin ku di salên berê de pereyê ku şaredariyê ji bo rê dida hatiye birîn û bertekên xwe wiha nîşan dan: “Pere tê lê nagihije ber destê me.”
Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
Goristana Xerzanê ku yek ji wêneyên herî biêş ên êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd e, bi salan piştre cara ewil dîmenên wê hatin kişandin. Hatin û çûna herêmê hêj qedexe ye û kavilên goristanê hêj li şûna xwe disekinin.