Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî di nav de 99 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
Rexmê 10’emîn Pakêta Darazê ya ku ji bo hejmara girtî û hikûmxwarên li girtîgehan sivik bike derketibû, li gorî meha bihurî hejmareke cidî kêm nebûye.
Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
Li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê ji bo mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyan.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê di qanûnan de sererastkirin bên kirin û got: “Hewcehî bi destûreke bingehîn a 86 milyon welatiyan hembêz dike û derfeta hemwelatiya wekhev dafirîne heye. Ev, ferz e.”
Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî di nav de 137 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
Welatiyên li gundên Kişle, Çîftlîk û Zozanê Kêrsê ya girêdayî navçeya Qaxizmanê dijîn, diyar kirin ku li gundên wan pirsgirêka av, rê û ceyranê heye û hemû serlêdanên wan bê encam mane û rayedar li hemberî pirsgirêkên wan bêdeng in.
Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku ew ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd ji Herêma Kurdistana Federe hêvîdar in û got: "Li wir derfeteke çareseriyê heye. Wekî ku birêz Ocalan got, divê avakirina neteweyeke demokratîk li her cihê ku Kurd lê dijîn pêk were."
Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
Rewşenbîrên ku di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de hatin Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku "Bi Abdullah Ocalan re armanca sereke azadiya civakê ye. Jin dikarin pêşengiya vê bikin."
Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
Mehmet Alî Aydin ku di Sekreteriya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de cih digire, got: "Êdî şensê Kurdan tune ku ji yekitiya neteweyî dûr bisekinin, wê paşde bixin an jî taloq bikin."
Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
Li Şirnex û Mêrdînê bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê li ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn hatin lidarxistin.
Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
Li Amedê bi pêşengiya TJA û MEBYA- DER'ê Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn.
Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
Zaroka bi navê E.A. li Erdîşê rastî tecawizê hatibû û piştre întîhar kiribû. Bersûcên bi navên M.B. û G.Y. ku rê li ber întîhara E.A.’yê vekiribûn dîsa nehatin girtin.
Rojnameger Aksu hate berdan
Di danişîna ewil a doza rojnameger Bîlge Aksu de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara tehliyeyê hat dayin.