Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkildarî nîşeyên tên îdiakirin têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ne, daxuyanî da û got: “Divê ji bilî daxuyaniyên şandeya me parve kirine, tu nîşeyên din esas neyên girtin.”
Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
Navenda Metro ya Parastina Rojnamegeran, diyar kir ku di nava 6 mehan de 201 çalakiyên nerazîbûnê hatine lidarxistin û di van çalakiyan de 100 rojnamevan, çalakvan û welatî hatine binçavkirin.
Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer di danişîna doza ji dosyaya “lihevkirina bajar” de tehliye bû. Ji ber ku Ozer ji dosyayeke din jî girtî ye, nehate berdan.
Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
Ji malbata Kaya 3 kes ji ber li stranên Kurdî guhdarî dikirin, hatin derbkirin û binçavkirin. Dozgeriyê, her 3 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
Şaxa MEBYA-DER’ê ya Şirnexê, Lijneya Giştî li dar xist. Di lijneyê de rêveberiya nû hate hilbijartin. Şaxê, lijneya xwe diyarî kesên di Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dayin kir.
Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket.
595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
Li gorî lêkolîna TUÎK’ê, nifûsa ciwanan di nava Tirkiyeyê de cih diguherîne. Li gorî daneyan, di sala 2024’an de 549 hezar ciwanên temenê wan di navbera 20-24’an de koç kirin. Mezintirîn sedema koçê jî perwerde û dîtina kar e.
HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
HSD’ê têkildarî pevçûnên li Siwêdayê yên di navbera Durziyan û komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, banga agirbesta lezgîn kir.
Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz ku tedawiya penceşêrê dibû, jiyana xwe ji dest da.
Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
Şebnem Korur Fîncanciyê diyar kir ku komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bibin û got: “Di vir de ya girîng ew e ku mekanîzmayên bi dewletê gavên lezgîn bide avêtin bên avakirin."
Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, tazmînata ji bo malbata leşkerê di pevçûnê de hatibû kuştin hatibû dayin, weke “zirara cemaweriyê” nirxand û xwest malbatên HPG’iyan vî pereyî bidin.
Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
Li gundê Cîlbya û Bilikayê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan rojane 270 tonên daran tên birîn. Cerdevanên ku 6 rojên hefteyê daran dibirin, tona darên dibirin bi 5 hezar TL’an difiroşin.
DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
Nûnerên DBP, DEVA û Partiya Saadetê merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê weke “kêliyeke dîrokî” nirxandin û gotin ku divê komîsyon û zemîna hiqûqî bêyî ku were vehêlandin bên avakirin.
Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
Welatiyên Wanê diyar kirin ku dema merasîma îmhakirina çekan temaşe kirin hem xemgîn hem jî keyfxweş bûne. Welatiyan got ku ew minetdarên Abdullah Ocalan in û xwestin dewlet gavan biavêje.