Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
Şehmûs Sevdînoglû ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê gelek caran tehliyeya wî taloq kiribû, piştî 32 salan hate berdan.
Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
Di danişîna doza Cîhan Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de ji dozger hat xwestin ku mutalaayê amade bike.
Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar, diyar kir ku êdî hincetên Tirkiyeyê ji bo cîbicînekirina “Mafê hêviyê” nîşan dida ji holê rabûne û got: “Divê Ocalan êdî bi temamî azad bibe.”
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon hate kirin û 17 kes hatin binçavkirin.
Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya di dema nebûna hevdîtinên serdêran de ya girtî Eren Erdem red kir û pêşniyaz kir ku ji bo mewzûata têkildar bixebite divê serî li Wezareta Dadê bê dayîn.
Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin, diyar kirin ku duh bi şev ji saet 24.00’ê ve di serê her saetê de bi ser qawîşên wan de tê girtin û serjimarî li wan tê ferzkirin. Girtiyan, xwestin şandeyek bi lezgînî biçe girtîgehê.
Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
Hat zanîn ku di şandeya tê payin dê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike de nûnerên partiyên pêkhateyên DEM Partiyê jî cih bigirin.
EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
EUTCC, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyek şand û ji bo Tirkiye biryara “mafê hêviyê” tavilê bicih bîne jê xwest bikeve nava tevgerê.
Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
Mehmet Durak ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealtiyê aihat ragirtin û 30 sal bû girtî, hate berdan. Durak, ji hêla TUAY-DER’ê û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin.
Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
Ajakorê tankerê Ramazan Ortaç li Çiyayê Gabarê mirî hate dîtin.
Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
Prof. Victor Wallis ê DYA’yî bi peyamekê piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Sosyalîzma demokratîk û aştiyane ya Ocalan ku pêşniyar dike em fikr û jiyana xwe ekolojîk bikin, hêviyê dide hemû tevgerên dij-kapîtalîst ên cîhanê.”
Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dê hefteya pêş şandeyeke berfireh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, li Amedê 2 neguhêzbar da ber îhaleyê. Ji bo îhaleyê şertname hate amadekirin ku tenê kooperatîfa alîgiriya îktîdarê dike dikare tev li bibe.
Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê re gotiye: “Tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene.”