Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin

Li bajarka El Elî Baceliyê ya Kantona Grê Spî, jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd hat revandin.

Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin

Li navçeya Bûxa ya Îzmîrê, jina bi navê S.A. ji aliyê Îlkay Ayeş (25) ve bi giranî hat birîndarkirin.

Li Konyayê jinek hat qetilkirin
Li Konyayê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Meramê zilamê bi navê Tûrgût Şîmşek hevjîna xwe Sevîl Şîmşek qetil kir.

Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin

Hediye Tûtal, anî ziman ku gava cenazeyê keça xwe Hasret Tûtalê ya ji aliyê Bekîr Gulel ve hat qetilkirin şûştiye, li ser canê wê reşahî û dewsa derban hebûne û ji bo Gulel bi awayekî giran bê cezakirin çi ji destê wê bê dê bike.

Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin

Hinarên binavûdeng ên Pirsûsê di nav lepên jinan de vediguherin tirşa hinarê. Ayn Zelîha Bînîcî got: "Ji ber ku em li vir bi daran, bi axê, bi hinaran û bi çêkirina tirşa hinaran re mijûl dibin, em kêfxweş in."

Li Rihayê jinek hat qetilkirin
Li Rihayê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Karakopruyê zilamê bi navê Bekîr Şervan Gurel, Hasret Tûtal qetil kir.

Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin

Girtiya nexweş Songul Adin, diyar kir ku piştî bijîşk fêr bûye ku ew girtiya siyasiye, muayene ne kiriye.

MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in

MGKP’ê, diyar kir ku jinan pênûsa Gurbetellî li erdê nehiştin û got: “Jin wê li dijî zimanê nêr ê medyayê, ji nivîsandina rastiyan tawîzê nedin.”

Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne

Parêzer Cemîle Tûrhalli, diyar kir ku pergala hevserokatiyê pergaleke rewa ye ku gel ew pejirandiye û ya nelirêtiyê dike ne pergala hevserokatiyê, pergala qeyûmtiyê bi xwe ye.

'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'

Hevrêyên Gurbetellî Ersozê anîn ziman ku pênûsa wêrek a Ersozê tevî hemû zex û zoriyan jî dev ji nivîsînê bernedaye û ev yek berpirsiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê hemû xebatkarên çapemeniya azad ên jin.

Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên ku JinNewsê berhevkirine, di meha Îlonê de zilaman 25 jin qetil kirine û 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye

Jinan diyar kir ku danezana HDP’ê ya ji 11 xalan pêk tê ji bo hemû aliyên civakê xeta jiyanek nû dihûnîne û pirsgirêka kurd bi têkoşîna hevgirtî ya gelên Tirkiyê dikare were çareserkirin.

Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe

Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê ku sê sal berê bi keda du jinan hat avakirin, niha 50 jin lê dixebitin. Ji damezrînerên kooperatîfê Fatma Taş, diyar kir ku bi 3 çewal zebze dest bi kar kirine û niha hewl didin kooperatîfa xwe ya mezaxêriyê jî vekin.

Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin

Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya Hezexê şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser êrişên li dijî jinan û got: “Divê li şûna Ezgî Mollayê kesên wekî Musa Orhan bên darizandin û cezakirin.”

Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev

Li navçeya Kepezê jinên HDP'î ku hatin gelhev, bal kişandin ser têkoşîna birêistinkirî.

< 218 219 220 221 222 > Rupel 220 / 395