Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
Sekretera Jin a KESK'ê Done Gevher Koyûn, anî ziman ku divê budçe pêşî li ser asasê wekheviya zayendî ya civakî be û jinên kedkar ên cemaweriyê doza budçeyeke bi beşdarbûna jinan bê amadekirin û li ser asasê aştiyê dikin.
Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di panela "Li Dersimê jin ekolojiyê diaxivin" de diyar kir ku armanca şewatên daristanê bêmirovkirina herêmê ye.
Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
TJA'yê têkildarî girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê îşkence dît û destdirêjî wê hat kirin daxuyanî da û ev tişt got: "Di şexsê Gezer de, me polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê ya li jinên kurd qebûl nekir û ji niha şûn ve jî em ê qebûl nekin."
Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Hanim Yildirim û Jiyan Ateş, bi hinceta ku derneketine lîjneyê û Rojdan Erez jî ji ber dosya bi dosya girtiyeke edlî ku ji cinayetê ceza xwariye re hat tevlîhevkirin berdana wan hat astengkirin.
Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
Şaredariya Silopiya bi armanca ji jinan re vekirina qada xebatê "Bazara Keda Jinan" ava dike. Hevserok Edalet Fîdan, diyar kir ku ji sedî 70'yê projeyê temam bûye û armanc dikin ku heta 2 mehan vebikin.
Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi destdirêjiyê re rû bi rû ma û hat îşkencekirin, ragihand ku Dadgeriya Înfazê îfadeyên wê yên derbarê tiştên hatine serê wê de tomar nekirine.
‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Latife Demîrcî Kahya, ji bo 30 sal cezayê li Ayşe Gokkanê hat birîn anî ziman ku ev ceza peyamek e ji bo têkoşîna jinê û bang li feminîstan kir ji bo piştevaniyê.
Guven ji girtiyên filistînî re name şand
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca piştevaniyê ji girtiyên filistînî ku dest bi greva birçîbûnê kirinê re name şand.
Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Golcukê zilamê bi navê A.A. jina bi navê S.G. bi çekê qetil kir.
Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Pamûkkaleyê zilamê bi navê Fûrkan Zibinci, Şebnem Şirîn qetil kir. Faîlê ku piştî bûyerê reviya hat binçavkirin.
EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
EŞÎK’ê, bi rojevên temsiliyeta wekhev, jiyaneke bê tundî û 5’emîn Paketa Darazê bi şandeyekê serdana Koma Jinan a HDP’ê kir.
22 parlamenterên HDP'ê êrişa zayendî ya li girtîgehê ji Wezîrê Dadê pirsîn
22 parlamenterên jin ên HDP'yî, êrişa zayendî û îşkenceya li Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, hatibû kirin, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsîn.
Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
Li Edeneyê û Mêrsînê birîna cezayê hepsê ji bo Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat protestokirin û jinan got ew ê têkoşîna hevrêya xwe li her deverê mezin bikin.
Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
65 jinên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnas jî hene ji OPCW'ê re name nivîsandin, jê xwest ku bikevin nava tevgerê û diyar kirin ku Tirkiyeyê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer kiriye.
Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
Jinan diyar kir ku di kesayeta Ayşe Gokkan de gef li jinan hatiye xwarin, tê xwestin ku têkoşîna jinê were cezakirin û bi gotina “Em Gokkan jî nêzîkatiya dadgehê jî dizanin” banga piştevaniyê kirin.