Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
Jinên ku li Enqere û Edenê amadekariyên 25'ê Mijdarê dikin, li dijî tundiya zilam-dewletê banga hevdîtina li qadan kirin.
'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
TJA û MATUHAYDER, li gelek navendan Qanûna Înfazê û neberdana girtiyên nexweş şermezar kir û ev daxuyanî da: "Em bibin dengê hemû jinên girtî".
Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
Jinan li gelek navendan bal kişandin ser tundiya li jinan tê kirin û ji bo meşên meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê bangên beşdariyê hatin kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Zehra Semo diyar kir ku wan bi “Şoreşa Jinê ya Rojava” re li dijî zîhniyeta mêrsalarî têkoşîneke demdirêj dane destpêkirin û wiha got: “Destkeftî, ji ber ku moral û cesaretê didin jinên li Tirkiyeyê jî hedef tên girtin.”
TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
Jinên kurd di bin banên cuda de bênavber têkoşiyan û niha di bin banê TJA'yê de têkoşîna xwe didomînin. Aktîvîsta TJA'yê Naşîde Toprak got her çend sîwanên têkoşînê hatine guhertin jî lê berxwedana wan nehatiye guhertin.
Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
Dayika Aştiyê Emîne Koç a 64 salî bîr û baweriya xwe ya ji bo têkoşînê bi van gotinan xulase dike: "Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin. Ez nebînim jî dê yên li pê me bibînin."
Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê, ji bo çalakiya ku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin bang kirin: "Em li dijî tahdeyê li qadan bin. Em bi hev re bihêz in."
Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de jinan çalakî û şahiyên cuda li dar xistin û ev peyam dan: "Divê em hem di hêla siyasî de hem jî di hêla têkoşîna mafan de piştevaniyê xurt bikin."
Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
Dewlet bi polîtîkaya şerê taybet a li herêmê dixwaze bi pêkanînên xwe yên li hemberî jinan civakê bi tevahî bimehîne. Her wiha kiryarên van pêkanînan dikin jî bi destê darazê tên parastin û jinên li dijî van pêkanînan têdikoşin jî tên girtin û bi salan ceza li wan tên birîn.
Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku li dijî şer û tecrîdê meş li dar xist diyar kir ku sedemê tundî û aloziyê, polîtîkayên şer ên qirêj ên desthilatê ne.
TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên hatine qetilkirin bi bîr anî. Di bîranînê de jinan bertek nîşanî desteserkirina pankarta TJA'yê ya bi hêceta “sûc e” dan, bi dirûşmeya “Em hemû TJA’yî ne” bersiv dan.
Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
Şûraya Dewletê daxwazên ji bo rawestandina birêvebirina derbarê Peymana Stenbolê de red kir.
Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
Meclisa Jinan a HDP'ê ku çalakiyên 25'ê Mijdarê diyarî Denîz Poyraz kiribû, hemû vexwend ku daxuyaniya girseyî ya sibê bidin.
Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
Li Kobanê, jinan dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin û wê bi semîner û serdanan têkoşîna xwe vebêjin.
Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
Çîroka Meryem Yildiz, ji bo hemû jinên di zarokatiyê de bi darê zorê hatine zewicandin, tahde li wan hatiye kirin û tevî hemû zext û zoriyên civakê jî ji bo li ser pêyan bimînin li ber xwe didin, dibe ronahî.