7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
Li Gundê Tanêr ê Xozatê, 7 jinên kooperatîfa li ber girtinê bû geş kirin û dest bi hilberînê kirin, peyama "Divê jin bighîjin hev û hilberînê bikin" dan.
Bang ji bo meşa li Licê
Jinên ku banga beşdarbûna meşa ku dê sibê li Licê bê lidarxistin kirin gotin: "Werin em mil bi mil dawî li van polîtîkayên fihûş û tiryakê bînin."
Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
DEKAHDER’ê rapora xwe ya “Xizmetên Alîkariya Edlî” ya 6 mehan aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li Kurdistanê ji her hezar jinan tenê yek ji wan dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî.
Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
Dayika Aştiyê Aliye Tîmur, jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir, lê bêyî ku xeyala dîtina gorek ji bo kurê xwe pêk bîne, koça dawî kir. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna xeyalên wê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Licê dê li dijî fuhûş, tiryak û polîtîkayên şerê taybet, meşeke girseyî bê lidarxistin.
Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
Piştî ku Sûriye derbasî qonaxa hikumeta veguhêz bû, rewşa tevlihev serwer bû û tundî zêde bû. Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû man û hin caran bedenên wan wekî amûrên zextê hatin bikaranîn.
Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
Artemêt, di çarçoveya xebatên “Bajarê jinan” ên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin. Artemêt ku xwedî dîrokeke bi hezaran sala ye, dê bi vê projeyê re bêhtir derkeve pêş. Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, got ku ew ê navçeyê bi nêrîna jinê jinûve ava bikin.
Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
Li gor rapora meha Mijdarê ya MKG'ê; rojnamevaneke jin hatiye binçavkirin, yek ji bo îfadeyê hatiye gazîkirin,3 lêpirsîn hatine vekirin, 2 doz hatine vekirin û li 5 rojnamevanan 2 al û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye birin û girtina 3 rojanemavan û darizandina 12 rojnamevanên jin didome.
Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
Danişîna Cîhan Oral ku Ayşe Înceyolê ligel bav û birayê wê kuşt û dêya wê bi giranî birîndar kir, dê sibê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Rûken Guvenê diyar kir ku dema ku Ayşe Înceyol hat revandin û dest dirêjî wê hat kirin, cenderme û Oral peyam ji hev re şandine, lê xebatên lêgerînê nehatine zêdekirin.
‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
Aktivîsta TJA'yê Yildiz Çetîn û endama DEM Partiyê Asli Ozdemîrê bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya mêran û polîtîkayên şerê taybet û gotin: "Jin, ji bilî hev baweriya xwe bi kesekî naynin. Em bi hev re bihêz in."
Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
Jinan bertek nîşanî tora fihûş û tiryakê ya li Licê dan û gotin ku divê niştecihên taxan ji bo jiholêrakirina vê pirsgirêkê, pêşengiya têkoşînê bikin.
Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Fehîme Firat a 44 salî ku hat îdiakirin li Pirsûsê ceyranê girtiye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê aşkera kir. Hat gotin ku di Mijarê de 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
Civaknas Yuksel Varhan a ku tevli xebatên li dijî tora tiryak û fihûşê ya li Licê derketibû holê bû, diyar kir ku tiryak û fihûş bi destê dewletê tê kirin û got: "Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e."
Hejmara nû ya kovara Jinê derket
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Lêgerînên komunî yên li dijî hilweşînên civakî” derket.