Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin’ê bang li baroyan kir ku ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk bikevin nava liv û tevgerê.
Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
Li gorî çeteleya tundiyê ku Jinnews her meh diweşîne, di meha adarê de 26 jin hatin kuştin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
Firat A. yê ku beriya demekê bi hêceta “pandemiyê” ji girtîgehê bidestûr derketibû, xwesûya xwe û xwişka wê qetil kirin. Zarokekî 10 salî jî giran birîndar kir.
Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
Jinên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe gihandin Xelfetiyê, 4’ê Nîsanê pîroz kirin û gotin: “Azadiya Ocalan, azadiya me ye.”
HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
HDP ya şerh danî ber sererastkirinên têkildarî tundiya li ser jinê ya di teklîfa qanûnê ya anîn de cih girtin wiha got: “Heke tê xwestin pêşî li şîdeta li hemberî jinê were girtin, divê desthilat dest ji xeta xwe ya siyasî ku serdestiya mêr mezin dike berde.”
Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Esenyurtê zilamê bi navê Alpaslan Ç., naverasta kolanê Kader G. revand û qetil kir.
Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ku gelek caran hat binçavkirin û derbarê wê de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin, diyar kir ku ji ber li dijî pergalê zext û zilmê dike, pêşengen muxalefeta têkoşînê birêxistin dike ne di hedefê de ne.
Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
Zilamê bi navê Fatîh Akça, li Susurlukê hevjîna xwe Bîlge Akça û kurê xwe Muhammet Tahir Akça bi çekê qetil kir.
TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
TJA'yê têkildarî 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku 4'ê Nîsana ji bo wan tê wateya vejînê û ev bang kir: “Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pêşwazî bikin.”
JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
Nûçegihana NINNEWS’ê Şirîn Çinar bertek nîşanî astengkirina malpera wan da û wiha got: “Nûçeyên me wan aciz dike lewma jî asteng dikin. Em ê bibin dengê jinan û dev ji vê yekê bernedin.”
TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
Aktîvîsta TJA’yê Şukran Şen ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li hemû kesî kir ku berê xwe bidin Amarayê û wiha got: “Di 4’ê Nîsanê de qedera gelê kurd û jinan guherî.”
Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
Jinên ku bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan a 73’yemîn hatin gelhev, şitil çandin.
'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
Endama TJA'yê Ulker Ozadîktî, anî ziman ku di Newrozê de bi milyonan kesî doza azadiya Ocalan kiriye û got, niha hewl didin ruhê berxwedêr ê Newrozê veguhêzînin 4'ê Nîsanê.
Li Erziromê jinek hat kuştin
Li Erziromê Hatîce K., ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Li Stenbolê jî jina bi navê F.T., bi tundiya zilamekî re rûbirû ma.
TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
Baskê Jinên Bijîşk û Tenduristiya Jinan a TTB’ê ku ji du salan carek civata xwe li dar dixe îsal bi mijara krîza ekolojiyê û tenduristiya jinan konferans li Amedê li dar xist. Ekolojîst Beyza Ustun di civatê de axivî û diyar kir ku pergala kapîtalîzmê krîzan diafirîne û got: "Çareserî civaka polîtîkbûyîn e.”