Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
Endama Komîteya Amadekar a Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn û Kongreya Star Menal Mihemed, diyar kir ku wê parastina destkeftiyên jinan ku 10 sal in bi destxistine bidomînin û wiha got: “Em ê bi tevgerên jinan re tifaqa xwe bidomînin û xurtkirina tevgerên jinan berdewam bikin.”
Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
Fermandara Giştî ya Hêzên YAT’ê yek ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan ku di êrişa SÎHA'yê de jiyana xwe ji dest dabû bal kişandibû ku dema rêxistinkirina jinan zêde dibe êriş jî zêde dibin û wiha gotibû: “Em ji kuştinê natirsin. Me carekî serî rakiriye. An em ê azad an jî em ê wekhev bijîn.”
Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
Polîsan êrişî çalakiya jinên KESK’ê ya têkildarî Peymana Stenbolê kirin. Polîsan heqaret li jinan kirin û tundiyê jî li rojnamevanan kirin.
Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
Şeyhdavût D. ku yek ji kiryarên "Doz N.Ç." ye, wekî "rûspî" di çalakiya Qeymeqamtiya Dêrikê de cih girt. Li Mêrdînê bi dehan karmendên dewletê dest avêtibûn N.Ç. ya zarok.
Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
Li Esenyurtê jina bi navê Mîne C û li Sûltangaziyê jî Ayfer Orak rastî êrişa zilaman hatin û bi giranî birîndar bûn.
Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
Li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê zilamê bi navê Ramazan Suluk bi demançeyê hevjîna xwe Gullu Suluk kuşt.
Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
Yekemîn Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku di 22’yê tîrmehê de li Qamişlo hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku hewcehî bi xurtkirina hevgirtina jinan heye û dê bi hevgirtina jinan destkeftiyên şoreşê bên parastin.
Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
Artêşa tirk bi SÎHA’yan yek ji fermandarên YPJ’ê ku fermandariya pêngava tunekirina DAIŞ’ê dikir Jiyan Tolhildan û du hevalên wê hedef girt. Hat zanîn ku dema Tolhildan û hevalên wê ji Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn vedigeriyan, rastî êrişa suîqestê ya dewleta tirk hatin.
Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wan bi awayekî herî dînamîk dest bi serdema nû kiriye û got: "Em bi biryar in ku di serdema pêş de li her derî bi rêxistinkirina Meclisên jinan ên xurt, bi rêxistinkirina xebateke kolektîf a bi rêxistinên jinan re rêxistinbûyînê û têkoşînê mezintir bikin."
Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
Li gorî rapora sala 2021’an a Komîsyona Jinan a ÎHD’ê herî kêm 323 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, 118 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin 12 hezar û 500 jin girtî ne û 345 zarok girtî ne.
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn li Zanîngeha Rojava dest pê kir.
Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
Nûnerên saziyên jinan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan û wiha gotin: "Em jin dê gotina xwe bikin û li cihê ku dixwazin me tune bikin, em ê hebûna xwe biparêzin."
Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
Jinan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a der barê Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku ev biryar peymanên wek AÎHS û Lanzaroteyê jî dixe talûkeyê.
Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Bi mebesta ku pêvajoya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bi dawî bibe, bi pêşengtiya OHD û Komeleya Jinan a Rosayê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û bang li Meclisê hat kirin ku xwedî li normên demokratîk derkeve.
Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
Jinên ku di serdema nû de di Meclisa Partiyê ya HDP'ê de peywir girtin diyar kirin ku ew ê wekî Meclisa Jinan têkoşînê bilindtir bikin.