Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Hezexê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em dixwazin ku xeberekê ji Îmraliyê bistînin."
Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
Îlyas Danyelî yê parêzerê 7 jinên endamên HDP’ê ku li Aydinê doz li wan hat vekirin diyar kir ku polîsan dosyeyek cezakirinê amade kiriye û şandiye dadgehê û li holê ne sûc heye, ne delîl û ne jî sûcdar heye.
Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
Di Midûriyeta Paqijiya Şaredariya Silopiyayê de beriya niha jinên ku tenê di hûndir de dihatin xebitandin niha di kolan û taxan de hatine peywîrdarkirin û paqijiya hawirdorê dikin.
'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
Ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman diyar kir ku "pergala hevserokatiyê" ya ku jinên kurd wekî xeta xwe ya sor dihesibînin, êdî ne utopya ye û got: "Êdî dewlet nikare pêşî li têkoşîna kurdan bigire û jin jî dibêjin 'em jî di nava vê têkoşînê de ne.'"
Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
Rojnamevena femînîst Ayşe Duzkan bal kişand ser êrişên bi rêya qeyûman ên li ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Pêdiviya me bi hêzeke bibandortir heye ku bi hilbijartinan nesînorkirî. Ez vê tenê ji bo tevgera rizgarîya jinê nabêjim, ji bo tevahiya muxalefetê dibêjim ku em hê negihaştine wê hêzê."
Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
Ji Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku qeyûman peşkê li têkoşîna li dijî tundiyê daye. Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman jî qeyûman şiband “waliyên mêtingehiyê” û banga têkoşîna li dijî vê kir.
Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
Li Aydinê derbarê 7 jinên HDP’î ku beriya salek û nîvan piştî hatin binçavkirin û berdan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.
Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
Hevşaredara Akdenîzê ya berê Yuksel Mûtlû diyar kir ku qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e û wiha got: “Ji dikarin van êrişan vala derxînin. Divê em bibin yek.”
Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku qeyûm li dijî îradeya jinan û destekftiyên wna êrişan pêk tînin û divê ew bi têkoşînek hevpar destkeftiyên xwe biparêzin.
Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
Li navçeya Hezexê bi pêşengiya rêvebiriyên herêmî yên HDP'ê ve cîvîna jinan hat lidarxistin. Di civînê de polîtîkayên qeyûman hatin nîqaşkirin wiha hat gotin: "Xwestin vîna jinê di nava çar diwaran de bihêlin. Lê di vê plana xwe de bi serneketin.”
Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiya ji bo Aysel Tûglûk de hat lidarxistin axivî û diyar kir ku mirinên li girtîgehan diqewimin cînayet e.
TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
TJA, derbarê berxwedana jinên li Efxanistanê de daxuyaniyek da û wiha got: "Jinên efxan bi hezar sal in li dijî barbarî û otorîteriyê bênavber têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Em radigihînin ku em ê bibin dengê jinên efxan û em ê dengê xwe bilind bikin."
Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
Li Amedê zilamekî hewl da hevjîna xwe ya bi navê M.A. bi amûreke bibirê qetil bike, li Tekîrdagê jî zilamê bi navê E.K. jinek birîndar kir.
Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
Kesê bi navê Baran Kizil ku li Amedê Îpek Gulşen a ji bo xwe li kar digeriya ji ewil xapand, tacîz kir û piştre jî bi gotina “li pişt min dewlet heye” gef lê xwar, hate girtin.
Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
Di hefteya 21'an a Nobeta Edaletê ya Stenbolê de nêzî 40 kes hatibûn binçavkirin. Tevahiya binçavkiriyan hatin berdan.