Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
Endamên Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê dema ji bo Jîna Mahsa Amînî dirûşm berz dikirin, komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakvanan bike.
Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
Parlamentera Tevgera Goran a Berê û Endama Civaka Neteweyî ya Kurdistanê Sûad Razzaq bal kişand ser yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Em jin ji bo mafên xwe hewceye qadan neterikînin. Jinên kurd li Bakur û Başûr xebatên xwe didomînin, li Rojhilat şoreşê dikin û li Rojava destanê dinivîsinin. Sedsala 21’emîn sedsala jinan e û divê jin yekitiya xwe ava bikin.”
Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
Berdevka Maseya Ol û Baweriyan a Herêmê ya HDP’ê Sabahat Acar diyar kir ku desthilat olê weke amûrekê bi kar tînin û bi lêv kir ku AKP’ê bi bikaranîna misilmantiyê li ser tirkbûnê qadeke bandora siyasî ava kiriye.
Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
Ji Komîteya Peywendiya KJAR'ê Berîvan Şaho diyar kir ku gel ji bo guhertina pergalê serî hildaye û wiha got: "Gelên Îranê êdî pergala heyî qebûl nakin. Daxwazên wan tenê ne daxwazên neteweyekê ne yan jî daxwazên civakekê, daxwazên hemû girseyên azadîxwaz in."
Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
Jinên ku qetilkirina Mahsa Amîniyê şermezar kirin gotin: "Ji bo hilweşandina zilamtiya serdest, em ê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin."
Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
Jinên îranî ku qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li pêş Konsolosxaneya Îranê şermezar kirin, bi lêv kirin ku wê rejîma Îranê hilweşînin.
Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
Seroka EFA’yê û endama Partiya Piştevaniyê ya Baskê Lorena Lopez De Lacalle diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bo jinên ewropî bûye hêvî û wiha got: “Êrişên li dijî Rojava berdewam in û ji ber van êrişan jî dibe ku hemû cîhan demên zehmet derbas bike. Ev êriş dê li ser hemû cîhanê xetereyê çêbike.”
Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
Li navçeya Gevera ku her çar aliyê wê bi kamerayên mobeseyê tê şopandin, ji nexweşa Alzheimerê Necîbe Yucedag ku beriya 6 rojan winda bûye, agahî nayê girtin.
Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
Jinên ku beşdarî konferansa TJA’yê bûyîn diyar kirin konferans di pêvajoyeke êrişên dijwar de hatiye lidarxistin û bo wan bûye moral. Jinan got; “Dê gotina dawî ya jinan be. Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin.”
Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
Encamnameya 4’emîn Konferansa TJA’yê hat eşkerekirin. Hat destnîşankirin ku wê pêngava rêxistinbûn û têkoşînê ya giştî azadiya fizîkî û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bê armanckirin.
‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
Jinên ku di konferansa TJA’yê de axivîn, diyar kirin ku wê cîhaneke nû bi hev re ava bikin û wiha gotin: “Berxwedana jinê rola pêşeng dilîze. Rêxistinbûyîn parastina herî girîng e.”
Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
Aktîvîst İnes Moranes Bernandos a ji Urdunê tev li konferansa TJA’yê bû bi diruşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir. Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Trisa Lorena Lopez De Lacalle jî wiha got: “TJA tevgereke ku em ji xwe re mînak digirine. Em weke jin qet bêdeng nabin.”
Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de axivî, li jinên ku bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” kolanan naterikînin ev bang kir: “Divê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.”
Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di konferansa TJA’yê de axivî, Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê hate qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Dilê me bi jinên îranî yên li Îranê ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin û li dijî qetilkirina wê derketin re ye.”
Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
Di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û peyama “Jin dê pergala we serûbin bikin” hate dayîn.